Gelo balerîna çalakiyên xwe yên rojane bi dansê kiribane wê çawa bûya? Projeya ‘Dancing Petersburg’ bi awirekî cihê li dansê dinêre û dansê dike nava kezeba jiyana rojane. Bi vê projeya Balerînên ji gelek neteweyan kolan kirin meydana dansê. Afirînera projeyê Vitaly Sokolovsky piştî ku li gelek bajaran geriyaye, biryar daye ku cihê herî baş ji bo projeya wê St. Petersburg a Rûyayê be.