Şewba korono ya li Elmanyayê jî bandorê dike, tesîreke nebaş li Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd jî dike. Di 15ʼê Adarê de wê kongreyên 17 meclisan bihat lidarxistin, lê tenê ji wan 6ʼan karîbûn kongreyê xwe bikin. Hevserokê KON-MEDê Tahir Koçer diyar kir ku wê di çarçoveya derfet û îmkanan de pêk bînin. Roja Yekşemê li bajarê Kiel ê Elmanyayê kongreya pêncan a meclisê hat kirin. Kurdistanî û komên çepgir beşdarî kongreyê bûn û li ser xebatên meclisê axivîn. Ji bo hevserokatiya meclisê Şukran Cizîrî û Îhsan Serhed hatin hilbijartin. 14ʼê Adarê jî kongreya Jiyana Jin a diduyan hat kirin. Ji bo hevserokatiyê jî Şukran Aslan hat hilbijartin. Tenê Kiel, Ludwigsburg, Nürnberg, Essen, Saarbrücken û Dresdenê kongreyê xwe kirin. Berlin, Celle, Walsrode, Pforzheim, Reutlingen, Freiburg, Mannheim, Bensheim, Gießen, Aachen ve Münsterê jî ji ber koronoyê nekarîn pêk bînin û paşve xistin. Hevserokê KON-MEDê Tahir Koçer diyar kir ku heta rewşê awarte nebin, divê kongreyên meclisan bêne kirin. Plan heye heta dawiya Adarê kongreyên tevahî meclisan bêne kirin, di Nîsanê de jî kongreyên 5 federasyonan û saziyên din bêne kirin û di hefteya pêşî ya Gulanê de kongreya giştî ya KON-MEDê were kirin.