Hîndekarê Zaningeha Dîcleye li dijî pêşniyar û niqaşên li Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) a bila zarokên ku berê ji pola 4'emîn dersên Zanîna Sinc û Çanda Ol dihat dayîn bila ji pola 1'emîn de bê dayîn. Niqaşên li ser vê mijarê didomin. Hîndekarê zanîngeha Dîcleyê Alk Doç. Dr. Ahmet Yildirim, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dixwaze li gorî hişmendî û bîrdoziya xwe li zanîngeh, lîse û dibistanan pergala perwerdehiyê pêş bixe û bîrdoziya xwe serdest bike. Yildirim, ani ziman ku hikûmet dixwaze van mijaran bi lezgîn di meclîsê re derbas bike û di meha Îlonê de têxe meriyetê. Yildirim, da zanîn ku salên 4 û 5'an salên zarokan ên lîstekê ye û divê zarok bi lîstikan bên perwerdekirin. Yildirim, bilêv kir ku salên 6 û 12'an serdema dibistanê ye û di van salan de divê li gorî pêdivî û daxwazên zarokan ders bên dayîn. Yildirim, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê bêyî li gorî derûnî, aliyê fîzloyojîk û biyolojik a zarokan binere dixwaze li gorî hişmendî û feraseta xwe pergala perwerdehiyê bide zarokan û zarona li gorî sincê dewletê mezin bike. Yildirim, bilêv kir ku divê zarok li gorî feraset û sincê dewletê neyê perwerdekirin û ev yek bandora neyînî li ser zarokan dike. "

DÎHA/AMED