YPG di daxuyaniya xwe de ragihand ku Şoreşa Rojava bûye Şoreşa mirovahiyê. Bi berxwedaniya bêhempa ya Yekîneyên Parastina û destkeftiyên ku di Rojava de hatina bi dest xistin ne tenê ji bo welatiyên vê hêremê, heman demê de ji bo tevahî mirovahiyê ye nirxekî mezin e.


Bi hawara gelên me de çû

Her wiha YPG da zanîn ku di dema dawî gellek hemwelatiyên ji welatên çar aliye cihanê hatin û wekî dilxwazên biyanî cihê xwe di nava vê şoreşê de girtin û wiha pê de çû: “Yek ji wan tekoşeran jî rêhevalê me Jordan yê bi eslê xwe Emerîkî ye.

Rêheval Ciwan Firat (Jordan Mactaggart) bi ruhê xwe yê giranbûha û rûyê xwe ya bi ken di nav refên me de cih girt. Di hemû çeperên şer yê li dijî terorîstan de amade bû û çeke wî di nava destên wî de bi hawara gelên me de çû.


Ji bo operasyona Minbicê gellek bi israr bû

Heval Ciwan, ji bo tevlî hemleya ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ku bi armanca rizgarkirina bajarê Minbicê dabû dest pê kirin be, gellek bi israr bû. Êşê gelên di bin DAIŞê de mabûn ji kûr ve dibihist û dixwast di nav vê hemleya dîrokî de rolek bileyize. Him hêrsa xwe ya li dijî terorîstên DAIŞê dixwast derbixe û him jî jin û zarokên di şer de wekî mertalên zindî dihatin bikaranîn rizgar bike. Armanca tekanê ya heval Ciwan ev bû.”


Ji bo xilaskirina sivîlan xwe feda kir

YPG di daxuyaniyê de diyar kir ku Ciwan di 3’ê Tebaxê de di operasyona ji bo xilaskirina sivîlan hatî lidarxistin de cihê xwe girt û di şer û pevçûnên dijwar de bi lehengî şer kir heta keliya ku ew şehîd ket.

Daxuyaniya YPG´ê bi vî rengî dewam kir: “Rêhevalê me Jordan di şoreşa Rojava de bi lehengî cih girt û bi vînekî mezin di çeperên şer de li ber xwe da.

Em dikarin bêjin ku Şehîd Ciwan banê biratiya gelan xurt kir û ala azadiya gelê bin dest bilindkir. Tekoşîna rêheval Ciwan û berxwedaniya wî ya li Rojava, şoreşa Rojava hin behtir dewlemend kir û navê xwe li dîroka biratiya gelan de neqişand.

Di dawiyê de em ser saxiyê ji malbata şehîd Jordan re û tevahî malbatên şehîdan re duxazin û soza şopdariya rêya şehîdan didin.”


Nasnameya şehîd

Navê Tevgerî: Ciwan Firat

Navê Rast: Jordan Mactaggart

Navê Dayikê: Malissa

Navê Bav: Robert

Cihê Ji Dayikbûnê: Colorado / USA

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 

3´ê Tebax 2016