Hevseroka Meclîsa Rêveberiya herêmên Şahbayê Cîhan Xidro derbarê rewşa herêmên Şahbayê yên rizgarkirî de axivî. Cîhan bal kişand ser berxwedana şêniyên gundên rizgarkirî ya li hember topbarana çeteyên Tirkiyeyê û domand:″Şêniyên herêmê malên xwe terk nakin û piştgiriyê didin hêzên şoreşger ên ku herêmê diparêzin.″

Cîhan ji civaka navneteweyî xwest ku ji bêdengiya xwe derkeve û destek bide welatiyên sivîl ên herêmên Şahbayê û got: ″Çeteyên Tirkiyê sivîlan dikin hedef da berxwedana şervanên Ceyş El-Siwar û Hêzên Şoreşger ên ku plan û hewldanên wan ên dagirkirina herêmên rizgarkirî, bişikînin.″

Cîhan da zanîn ku dagirkeriya Tirk li herêmên Şahbayê siyasetên dûrî mirovahiyê yên wekî ferzkirina çanda Tirkî, koçberkirina gelê herêmê û guhertina demografiyê, dide meşandin. Cîhan anî ziman ku welatiyên kiryarên exlaqî yên çeteyên artêşa Tirk a dagirker û MÎT′ê Tirkan qebûl nekirin ber bi herêmên ne diyar ve, hatin revandin û got: ″Çete bi hincetên cûda welatiyan direvînin, da ku gelê herêmê bitirsînin û wan neçarî koçberiyê bikin.″


 ŞEHBA