Parlamentera partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabaveh jî bi pêşniyar pirseke nivîskî rewşa 200 jinên ciwan ên li Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve hatin revandin û jinên Êzidî, Asûrî û Kurd ên li Kurdistanê ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatin revandin, xist rojeva parlamentê. Kakabaveh diyar kir ku her du rêxistin jî sûcê li dijî mirovahiyê dikin û xwest, ji bo rizgarkirina jinan Swêd, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa bixe navberê û hesab ji welatên destekê didin çeteyen DAIŞ‘ê bê pirsîn. Hevseroka Partiya Keskan a Hawirdorparêzan Åsa Romson û Parlamenter Esabella Dingizian jî bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku DAIŞ revandin û destavêtina li jinan weke stratejiyeke şer bi kar tîne û xwest Swêd û Yekîtiya Ewropa dest li rewşê werde.
Kakabaveh got, “Di ser revandina 200 jinên ciwan ji aliyê Boko Haram ve li Nîjeryayê, salek derbas bû. Kes rewşa van jinan êdî nayne rojevê. Tê gotin ku ji bo rizgarkirina jinan bazarî tê kirin. Li ser bedena jinan bazarî tê kirin. Eger welatiyeke welatekî Ewropayê hatibûya revandin, ji bo rizgarkirinê wê serî li her rê û rêbazê bihata dayîn. Lê belê dema jinên ji gelên hindikahî ji Êzîdî û Suryaniyan tê revandin, bi xemsarî tevdigerin” û nerazîbûn nîşanî cotstandartiya Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhana rojava da. Kakabaveh diyar kir ku ji bo rewşa jinên hatine revandin binirxînin, ewê panelek li Parlamenta Swêdê lidarbixin.
ANF/STOCKHOLM