
Li Mêrdîn, Riha, Amed û Êlihê çalakiyên Pencşema Reş di hefteya 117'an de berdewam kirin. Di çalakiya Amedê de ji bo çalakiya "Nobedariya Azadiyê" bang hate kirin.
AMED: Li navçeya Peyasê ya Amedê çalakiya Pencşema Reş a ku bi armanca serbestberdana şaredar û siyasetmedên Kurd her hefte tê lidarxistin di hefteya 117'an de berdewam kir. Wekîlê Şaredarê Peyasê Mahmut Dag, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Peyasê Erkan Erencî û gelek kesên din tevlî çalakiya li ber avahiya xizmetê pêk hat bûn. Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê yê Amedê Medenî Alpkaya daxuyanî xwend û wiha got: "Girtina hevalên me ên hatin girtin dema ku mirov li ber çavan diger ev yekê veguheriye ceza. Li gel vê yekê şertên girtîgehan her diçe giran di bin. Li gel vê yekê operasyonên siyasî û leşker berdewam dikin. Hikûmetê çareseriya pirsgirêka Kurd bi van rêbazan ve girêda." Piştî daxuyaniyê ji bo tevlîbûna çalakiya dê di 13-14'ê gulanê de li Amedê pêk bê ya nobedariya aştiyê bang hate kirin.
WÊRANŞAR: Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi heman armancê li ber avahiya şaredariyê çalakî hate lidarxistin. Wekîlê Şaredar Mehmet Burun, rêveberên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa Tum Bel-Sen'ê Nureddîn Çetîn anî ziman ku divê demildest rêveber û endamên meclîsa şaredariyê yên hatin binçavkirin jî serbest bên berdan.
QOSER: Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji bi heman armancê çalakî pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Omer Turgay, Wekîla Şaredarê Qoserê Şerîfe Alp, alîkarên şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê Sadik Demîr daxuyanî xwend û bertek nîşanî operasyonên siyasî û leşker dan û wiha got: "Divê demildest operasyonên siyasî û leşkerî bên rawestandin. Em dixwazin muzaker careke din dest pê bikin. Hikûmeta AKP'ê ji bo hemû muxalefeta civakî tasfiye bike dest bi hewildanan kir."
DÊRÎK: Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekîlê Şaredarê Dêrîkê Dogan Ozbahçecî, Rêxistina BDP'ê ya Dêrîkê, endamên meclîsa giştî û şaredariyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Dest nede vîna min" hate vekirin û wêneyên Şaredara Dêrsîkê Çaglar Demîrel hatin hilgirtin."
ÊLIH: Li Êlihê ji bi heman armancê çalakiya hefteya 118'emîn li bar şaredariyê pêk hat. Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Serokê Rêxistina BDP'êl yê navçeya navendî Şukru Topkan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Vîna me hêj girtî ye" hate vekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN