Rayedarê Heyva Sor a Kurd Amed Dawûd diyar kir ku ew bi hemû hewildanên xwe li navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a li taxa Şêx Meqsûdê, sivîlên ku ji ber êrîşên çeteyan birîndar dibin, derman dikin. Amed Dawûd got, lê ji ber ku çeteyan hemû rêyên ketin û derketina bajêr girtine, nahêlin malzemeyên tibî û derman bigihêjin taxê û ji ber bê dermaniyê jî gelek kes jiyana xwe ji dest didin. 

Dawûd da xuyakirin ku çete çekên ku li qada navneteweyî hatine qedexekirin bi kar tînin û got, ev yek bi awayekî vekirî sûcê şer e.

Amed Dawûd bang li civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariyê kir ku ji bo taxa Şêx Meqsûdê dermanan bi rê bikin. 


Artêşa Tirk êrîşî gundê Korelî kir

Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku artêşa Tirk êrîşî gundê Korelî yê rojavayê Kobanê kir û êrîşên komên çete yên li ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî dewam dikin.

YPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di 19’ê Nîsanê de bi çekên giran êrîşî hêzên wan yên nêzîkî gundê Korelî yê li rojavaya Kobanê kir. 


Sivîlek birîndar bû

YPG’ê diyar kir ku komên çeteyan di 19 û 20’ê Nîsanê de li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê topên hawan û cehenemê êrîş lidar xistin. YPG’ê ragihan ku di encama van êrişan de hemwelatiyekî sivîl birîndar bû. 


NAVENDA NÛÇEYAN / HELEB