Di daxuyaniya Koodinasyona YPS'ê ya bi sernavê, "Ji bo gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk' de ev bang hate kirin: "Berxwedana bêhempa ya li Silopiyayê nîşan dide ku çeteyên qesrê wê bi rehetî nikaribin bajarên Kurdan û malê gelê Kurd ê fedekar desteser bike. Di serî de ciwan û gelê Silopiyê em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku li dij dagirkerî, êrişên tinekirinê û bicîhkirina çeteyên DAIŞ'ê ya li Kurdistanê derkevin û berxwedanê xurt bikin."
Di daxuyaniyê de weha tê gotin, "Beranberî hewldan û operasyonên înkar, tinekirin û desteserkirinê yên çeteyên qesrê, rêhevalên me yên ciwan; zarokên gelê Kurd ên fedayî berxwedana xwe ya bêhempa û zêrîn ji her demê xurttir kirine."
Rewşa herêmên şer
NISÊBÎN: Di 6'ê Nîsanê de li Taxa Koçeran êrişa li dij hêzên parastinê hate bersivandin û di encamê de endamekî POH'ê hat kuştin. Heman rojê çeteyên di malekê de bicîh bûbûn, bûn hedefa hêzên me û derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.
ŞIRNEX: Roja 5'ê Nîsanê piştî nîvro ciwanan bersiv da bomberdûmana Taxa Dîcleyê, tankek û kobrayek hatin derbkirin û ji herêmê hatin kişandin. Heman rojê li Yenî Mahale û Vakifkentê 3 endamê POH'ê hatin kuştin. Dîsa li Taxa Îsmet Paşa 3 wesayitên zirxî yên ejder û kobra hatin rûxandin. Li Taxa Dicleyê wesaîta zirxî ya bi navê kirpî hate derbkirin.
Di 6'ê Nîsanê de wesaîteke zirxî ya bi navê Ejder hate rûxandin û çeteyên di hundirê wê de hatin tinekirin. Heman rojê çeteyên qesrê yên nexweşxaneya nû mîna biryargeh bikar dianîn bûn hedefa şervanên YPS-Jinê. Di çalakiyê de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn lê encamên misoger nehatin bidestxistin.
Di şerê 3'ê Nîsanê de şervanê YPS'ê yê bi navê Sevan Îlhan şehîd ket û sicîla wî paşê wê were aşkerekirin.
SÎLOPÎ: "Li Silopiyayê ev 3 roj in şerekî bê navber heye. Di 4'ê Nîsanê de hêzên me li gelek taxan çalakiyên hevwext pêk anîn. Li Taxa Zapê li ser rêya Zetka wesaîteke zirxî ya akrep hate tinekirin. Di çalakiya li vir de hejmara kuştî û birîndarên çeteyên qesrê zelal nebû. Li ser heman rêyê di encama çalakiya sabotajê de wesaîta zirxî hate rûxandin û 4 endamên POHê hatin kuştin. Heman rojê li Taxa Barbaros çalakiyeke sabotajê pêk hat û wesayiteke akrep hate tinekirin. Piştî vê yekê hêzên dewletê yên xwestin biçin cihê çalakiyê, bûn hedefa hêzên me û herî kêm 8 endamên POH'ê hatin kuştin. Di şer û pevçûnên li Sîlopiyê de heta niha 3 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane.
GEVER: Di 6'ê Nîsanê de 2 sûîkastvanên endamê çeteyên qesrê li Taxa Cumhuriyetê dema ketin malekê ji aliyê yekîneya YPS-JINê ve hatin tesbîtkirin. Di encama çalakiyê de yek ji çeteyan birîndar bû. Li taxên Cumhuriyet, Gungor, Orman, Kişla, Dizê êriş û bombebarana hêzên dewletê bê navber didome, hin malan şewitîn."
NAVENDA NÛÇEYAN