Saziyên sivîl yên Başûrê Kurdistanê bi armanca piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve li girtîgehên Tirk hatine destpêkirin û di roja 58’an de didome, bang li gelê Hewlêrê kir ku tevlî meşa îro ya piştevaniyê bibin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Sendîkayê Hemîd Bedirxan ve li Sendîkaya Rojnamevaniyê ya Başûrê Kurdistanê hate xwendin û hate xwestin ku, hemû gelê Hewlêrê tevlî meşa piştgiriyê bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Gelê Kurd ji bo gihiştina mafên xwe yên rewa her carê di nava xebat û tekoşînê de bûye, her tim hewl daye bikare bi rêyên aştiyane pirsgirêka Kurd çareser bike û çek divê çareseriyê de nebe. Li hemû parçeyên Kurdistanê dagirkerên Kurdistanê tu tişt nemaye ji bo tunekirina gelê Kurd nekirî."
Her wiha di daxuyaniyê de bal kişande ser rewşa girtiyên Kurd yên ketîn greva birçîbunê jî û wiha hate gotin. "Rewşa girtiyên Kurd her ku diçe xirabtir dibe û dikevin xeteriyê, li beramberî vê rewşê di serî de dewleta Tirkiye û hemû alîgirên wî û dewletên din yên Ewropa bêdengiyê hilbijartine, em wek rêkxistinên sivîl li beramberî her kiryarek ne demokratik dengê xwe bilind dikin. Jiber vê yeke jî em li vir di serî de bi navê partî û aliyên siyasî û binavê saziyên civaka sivîl û kesayetên bajarê Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo daxwaza mafên girtiyan tînin ziman, eşkere dikin û em bang li hemû gelê Kurd dikin ku, herkes piştgiriyê bide mafên rewa yên gelê Kurd û li hemberî pirsa netewî ya Kurd hev bigrin û alîkarbin. Ji ber vê yekê jî em weke vê komê bang dikin li xelkê hemû bajar û bajarokên Kurdistanê beşdarî çalakiya me bibin û piştgirî bidin vê hewildana me.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, meş dê 08-11-2012 di demjimêr 15.30’an de li ber Parka Şanedêr dê pêkbê. Hate destnîşan kirin ku, ji bo dilsoziya bi çalakiya birçîbûnê ya girtiyên Kurd li Bakûrê Kurdistanê dane destpêkirin, her kes bê cihê meşê û dikanên xwe ji bo demjimêrekê bigirin.
ANF/HEWLÊR
Hesen Şerîf piştgirî da berxwedanê
Hunermendê ji başûrê Kurdistanê Hesen Şerîf ragihand ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de daxwazên hemû gelê Kurd e û banga piştgiriya ji bo vê çalakiya girtiyan kir. Hesen Şerîf bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku îro ket roja 57’emîn û got: “Ez ji dil û can piştgiriyê didim daxwazên rewa yên girtiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê.” Şerîf got; “Ev berxwedana wan ji bo azadî û rûmeta me tevan e. Ev berxwedan ji bo rizgariya Kurd û Kurdistanê ye. Agirê têkoşîna şoreşa gelê me ye.” Şerîf bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan jî kir ku li hemberî vê çalakiyê bêdeng nemînin û ji bo qebûlkirina daxwazên wan zextan li dewleta Tirk bikin.