
Karayilan destnîşan kir ku êrîşên pêk tên ji bêzarî û lewaziya AKP û Ergenekonê ne û wiha berdewam kir: “Êrîşên niha ku AKP û Ergenekon li ser gelê me dimeşîne ji qelsiya wan e. Ew ditirsin, ditirsin ku wê êdî Kurdistana mezin ava bibe. Kurdistana mezin tê wateya Tirkiyeya biçûk. Ji ber vê yekê tevî ku lawaz in, lê bi taktîka êrîşê dixwaze gelê me teslîm bigire. Bala xwe bidinê; êdî fêhmkirin ku tenê li nava sînorên fermî yên Tirkiyeyê de li dijî me şer bikin wê negihêjin encamê. Lewma dest li Rojava werdan. Niha dixwaze dest li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê werde.“
Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tİrk di dema nû de rêbazên şerê psîkolojîk pir zêde bikar tîne û wiha dewam kir: “Ji xwe ti hêzeke dewleta Tirkiyeyê nemaye. Îstîxbarata xwe heye, teknîka xwe heye û yek jî amûrên şerê taybet hene. Şerê taybet, şerê psîkolojîk bi wateya xwe ya herî zelal tê maneya; propaganda û derewan. “
‘Bêdeng nemînin’
Karayilan destnîşan kir ku hin mirovên Kurd û ciwan ji propogandayên AKP’ê û şerê psîkolojîk bandor dibin û ji bo raxistina ber çavan a rastiyan ev bang li ciwanan kir: “Ciwanên welatparêz, ên xebatkar, ên ku haya wan ji rastiyê heye, divê li hemberî van propaganda dijmin bêdeng nemîne. Divê ku ti ciwanên me nekevin bin bandora wan. Divê rêxistinê bi pêş bixînin. Beriya her tiştî divê hewldaneke li hemberî propaganda dijmin, li hemberî xebatên îstîxbaratê yên dijmin bê meşandin. Bi taybetî di nava ciwanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê meşandina xebateke bi vî rengî pir pir pêwîst e. Li Geverê, Cizîrê, Amedê, Nisêbînê, li hemû deverên Kurdistanê, li metropolan divê hemû ciwanên Kurd li dijî kiryarên dewleta Tirk hişyar bin, xwedî helwest bin. ”
Serkeftin girêdayî ciwanan e
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan di dawiya axaftina xwe de got, “Doza azadiya Kurd di qonaxeke girîng de ye. Eger hûn xwe bi rêxistin bikin û hûn tevlî nava refên gerîla bibin, wê serketin çêbibe..“
Karayilan li ser ast û xisûsiyetê ciwanên Kurd ên ku karibin pêvajoyê pêşwazî bikin jî wiha axifî: “Di vê demê de lazim e her ciwanekî Kurd pispor be. Bi siyasetê, bi şer, bi xweparastinê zanibe. Werin beşdar bibin û xwe bikin leşkerên profesyonel. Xwe bikin milîtanên serkertinê. Tiştê ku îro ji me, ji hemû gelê Kurd û ciwanên Kurd tê xwestin ev e.
Me berê jî gotibû, ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’. Lê ji bo vê divê hûn bi berpirsyarî nêzî vê dema girîng bibin, li rola xwe xwedî derkevin û beşdar bibin. Beşdarî xebatên rêxistinê bibin, beşdarî nava refên YPS’ê bibin, beşdarî nava refên gerîla bibin.”
FRANKFURT