Di nameya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin de, hate gotin ku peyama YPG’ê wek bersiva nameya banga Cenevreyê hatiye û wiha hate diyar kirin: “Siyasetên me di piratîkê de diyar e. Her dem em li dijî mayînên kesan derketine û di hevdîtina me ya yekem bi were me ev mijar nîqaş kirin. Em wekî YPG’ê xwedî helwestek diyar in. Tevlî ku madeyek taybet bi mayînan di rêziknameya me de tune ye, lê dema bi kes mayîna bi kar bînin dê li gorî madeya 18’an a rêziknameya YPG’ê bêne dariznandin.”

Di peyama YPG’ê de hate destnîşankirin ku YPG’ê gumanê rêxistina Banga Cenevre û li dijî bikaranîna mayînade parvedike û peyam wiha dom kir: “Di şer û pevçûnan de bandora mayîna ya neyînî li ser xwezayê û mirovan heye. Hin şervanên me bi mayînên ku çeteyan çandibûn şehîd bûne. Grûpa me ya rakirina mayîna heye û me gelek mayînên ku çeteyan li Til Koçer û Tiwêna de çandbûn rakirin. Paqijkirina  bajaran ji mayînan ku ji aliyê hêzên me pêk hatin bi deng û dîmenan hatine kişandin.”
Di peyamê de hate xuyankirin ku rewşa jinan taybete û ev agahî hate dayîn: “Me di zagonên xwe de rewşa jinan diyar kiriye. Jinên ku 18 sal ne kirine di navendên taybet de û dûrî eniyên şer li gorî bernameyên taybet di milê siyasî, fikrî têne perwerdekirin. ”Di peyamê hate gotin ku hêzên YPG’ê dikarin hawa amadebikin da ku hûn bi rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava re bikevin nava peywendiyê de û mijara bikaranîna zarokan li ser bendên wan ên kontrolê nîqaş bikin û wiha dawî li peyamê hat: “Li gorî agahiyên derbarê Asayîşa Rojavaya Kurdisan ketine destê me ku hin kesên ji 18 salî biçûktir li ser bendê kontrolê hatine erkdar kirin.“

NAVENDA NÛÇEYAN