Tevî Nûarîn û Marûf endamên TEV ÇAND'ê li herêma 10. a Parîsê bi kincê xwe yê gelêrî li ber def, zirne û daholê li nava esnafan geriyan û xwestin hilbijêr biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin HDP'ê. Her wiha bi esnafên Tirk ên beriya niha dengê xwe dabûn partiyên din re têkiliyeke germ danîn û bang li wan jî kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê.

Endamên TEV ÇAND'ê belavok jî belav kirin û ev xal destnîşan kirin: "Li dijî bendê tu jî dengekî bide! Bi dengên xwe re em bendan hilweşînin. Em bi hev re pêşeroja azad a gelan ava bikin. Welatiyên hêja, gelên qedîm ên Tirkiyeyê, dijderketina li zext, tinehesibandin, qirkirina çandî, civakî, siyasetî, etnîkî û zayendî, wezîfeya me hemûyan e. Lewma bi hişmendiya 'dengek dikare her tiştî biguherîne' em xwedî li dengê xwe derkevin. Ji bo pûçkirina êrîşên li hemberî HDP a li qada siyasetê têdikoşe, ji bo pêşeroja welêt em bibin yek û HDP'ê 'Xwe' bigihînin Meclîsê. Dengê me rûmeta me ye, em li rûmeta xwe xwedî derkevin."


ANF/PARÎS