Di encamnameyê de hat gotin ku ji Konseya Ewropa, Elmanya, Welatê Baskê, Belçîka, Filistîn, Başûrê Afrîka, Hollanda, Îrlanda, Swêd, Katalonya, Lubnan, Rojava û Tirkiyeyê delege beşdarî sempozyumê bûne. Di encamnameyê de ev xusûs hatine diyarkirin:

* Divê sîstemên ku li herêmên şer lê hene maf bide xwecihiyê, bihêzkirina rêveberiyên herêmî esas digire, li ser esasê rêgezên demokrasiyê û rêveberiya ji cihê xwe ji aliyê dewletan ve bên qebûlkirin.
* Divê ji rêveberiyên herêmî û ji tevayî gelên li herêmên wê dimînin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn û pêşiya azadiya baweriyê bê vekirin.
* Divê demokrasiya radîkal a rêgezên bi beşdar û berfireh û her wiha nasnameyên cuda esas digire were pêkanîn. Divê welatî rasterast karibin beşdarî rêveberiyê bibin û rêveberiyê kontrol bikin.
*  Ji bo civak tiştên jiyane derbas bike divê xebatên ku bi rabirdûyê re rû bi rû bê bên pêşxistin. Divê ji bo kesên di şeran de zerar ditîne, ji girtiyên siyasî û penaberan re xebatên piştgiriyê bên pêşxistin û sîstema edaletê ya sererast dike bê pêşxistin.
* Bi armanca pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bibin divê hatina gel hevdu were biserxistin, divê mirov xwe bi nêrîna demokrasiya serwer têr nebîne û avakirina aştiyê tenê ji rêveberiyên navendî re neyê hiştin.
* Divê li herêmên şer temsîliyet û tevlîbûna jinê ya yekser ji muzakereyan re pêk bê; di avakirina aştiyê de polîtîkayên di lehê jin û zarokan de bikevin pratîkê û butçeyên xweser ji bo vê mijarê çêbibin.
* Bi zanebûna destketiyên Şoreşa Rojava ji bo ev şoreş veguhere şêwazekî encamgir ji hemû hêzên demokrat şoreşger piştgiriyê dixwaze. Her wiha ji bo tavilê ambargoya li hemberî Rojava bê rakirin banga piştgiriyê li her kesî dike.
* Em qetlîamên sivîl ên ji aliyê hin komên ku dûvikên hêzên herêmî û gerdûnî ne şermezar dikin. konferansa me bang li rejîma Sûriyeyê û muxalifan dike ku li gorî prensîbên huqûqa şer tevbigerin.
* Divê tevayî girtiyên siyasî yên ji ber têkoşîna ji bo gelan dane li Fransa, Îngilîstan, Spanya, Îsraîl, Sûriye, Tirkiye û her wiha ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatine girtin divê tavilê bên berdan. Hêzên serwer dest ji dagirkirinan berdin, ji bo siyaseta legal bê kirin tevayî şert û merc werin avakirin , ji bo pêvajoyên muzakereyan bigihêjin serketinê bangawazî dike ku hewldan û têkoşîna pêwîst bê kirin.”

AMED