Li gorî vê daxuyaniyê pêwîste di nava 15 rojan de nûnerê hikûmetê û muxalifên Sûriyeyê li hev bicivin lê hikûmetê ev pêşinyar red kir û got ku ew dikare xwe birêve bibe û hemû meseleyên xwe çareser bike.
Di daxuyaniya ku dawiya civînê ji alî wezîrê karê derve yê Qeterê Hemed Bin Casim hate xwendin û bang li muxalefet û hikûmeta Sûriyeyê hate kirin ku di nava 15 rojan li navenda Yekitiya Welatên Ereb civînekê pêk bînin û nûnerê hikûmetê û hemû aliyên muxalefetê tevli vê civînê bibin.
Di vê civînê de her wiha biryar hate girtin ku lijneyke ji wezîran pêk were, ev lijne dê bi serokatiya wezîrê karê derve yê Qeterê û endamtiya wezîrên karên derve ên Cezayir, Sûdan, Uman, Misir û sekreterê giştî yê Yekitiyê Nebîl El Erebî pêk tê. Pêwirên vê lijneyê ew e ku têkiliyan bi serokatioya Sûriyeyê re saz bike da ku hemû rengên çewsandinan were rawestandin û dest bi diyaloga di navbera hikûmet û muxalefetê de were kirin.
Her wiha di daxuyaniyê de banga rawestandina kuştin, girtin û hemû rengên tundiyê hate kirin. Ev hewldana welatên ereb hem ji alî hikûmeta Sûriyeyê ve hem jî ji alî muxalefeta Sûriyeyê ve hate redkirin. Li gelek bajarên Sûriyeyê dîsa gel li ser piyan bû û encama 24 seatan a nerazîbûnên gelê Sûriyeyê dîsa gelekî giran bû. Dîsa di rojekê de 14 kes hatin kuştin, piraniya wan li bajarên Humis, Idlib û Şamê.
Ji aliyekî din ve li gorî ajansa fermî ya dewleta Sûriyeyê, gelek têbîniyên dijber û cuda hikûmeta Sûriyeyê derbarê wê daxuyanî û biryarên wê civînê de hene. Li gorî hkûmeta Sûriyeyê ew bi xwe dikarin hemû meseleyên xwe çareser bikin û hewcedariya wan bi alîkariya ji derve tuneye.    Her wiha li gorî hikûmeta Sûriyeyê dibe ku piştî Amerîka û Ewropayê nikaribûn bi riya Netewên Yekbûyî biryarekê derbarê Sûriyeyê de li gorî xwe derxînin, niha vê hewldana bi riya welatên ereb dikin. Her wiha bi tundî helwesta medya û çapemeniya ereb a ku Sûriyeyê ji xwe re kiriye hedef hate rexnekirin.

Kuştina leşkeran 

Li Sûriyê ji pêncşema borî heya niha 11 leşkerên Sûriyê li bajarên wekî; Humis, Idlib û Şamê hatine kuştin. Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANA’yê, ji pêncşema borî heya niha 11 leşker di êrişên çekdarî de hatine kuştin. Di nûçeyê de tê gotin ku di nava kesên hatin kuştin de efserek jî heye. Ew leşker li Humis, Idlib û Şamê di êrişên çekdarî de hatine kuştin.

ŞAM