Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xendekên ji aliyê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) têne kolandin dikevin xizmeta neyarên gelê Kurd û siyaset û planên paçekirina Kurdistanê û wiha hate gotin: "Gelê Rojava di şoreşa xwe karîbû destkeftiyên mezin bi dest bixe û Kolandina xendekan ji aliyê PDK'ê wekî xencera bêbextiyê li dijî şoreşa Rojava bi armanca tunekirina şoreşê tê bikaranîn. Em wekî Însiyatîfa Gel a Rojavayê Kurdistanê derbarê van kiryaran bêdeng namînin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew bi durişmeya "Kurdistan yek e, parçe neke" dest bi qonaxa duyemîn a çalakiyê dikin û dê çalakiya protostoyî bi awayekî demokrat û aştiyane 15 rojan dom bike û ev çalakî wekî berdewama çalakiya qonaxa yekemîn e ku bi awayekî serkeftî bi dawî bû û bang li gelê Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kirin ku li hemberî kiryarên PDK'ê yên kolandina xendekan bêdeng nemînin.
Bang ji bo hemû Kurdan
Însiyatîfê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû welatiyên Rojava yên hersê herêmên xweser hate kirin ku asta tekoşîna xwe ya li hemberî siyaset kolandina xendekan bilind bike û wiha bang li gelê Kurd ê parçeyên din ên Kurdistanê û Ewrûpayê hate kirin: "Em bang li gelê xwe yê Kurd ê Bakur, Başûr û Rojhilata Kurdistanê û Ewrûpayê dikin ku vê hişmendiya parçekirinê qebûl nekin û bêdeng nemînin. Her wiha li hemberî kiryarên çekdarên PDK'ê ku gule li welatiyên sivîl ên aştiyane barandin, çalakiyên protostoyî û şermezarkirinê li dar bixin.
DÊRIK