Hevdîtinên heyeta HDP’ê li gel partiyên Başûrê Kurdistanê pêr û doh dewam kir. Şandeya HDP’ê ya di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş de, pêr Cigirê Duyem ê Sekreterê giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih, doh jî çûn Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Navenda Giştî ya PDK’ê û Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê.

Heyeta HDP’ê, bi serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahaddîn Demîrtaş re pêr piştî hevditîna Hewlerê ya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re li gel Cigirê Duyemê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Dr. Berhem Salih jî civiya. Di civîna her du aliyan de li ser mijara rewşa siyasî ya Başûr û Bakurê Kurdistanê axivîn. 

Heyeta HDP’ê doh jî çû serdana Navenda Giştî ya PDK’ê ya li navçeya Pîrmam a Hewlêrê. Li wir ji aliyê Sekreterê Polîtburoya  PDK’ê Fazil Mîranî û rayedarên PDK’ê ve hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinê Selahettîn Demîrtaş û Sekreterê Polîtburoya  PDK’ê Fazil Mîranî daxuyanî dan.

 

‘Bersivekê dîrokî bû, ji kesên xêrnexwaz re’

Sekreterê Polîtburoya  PDK’ê Fazil Mîranî diyar kir ku civîna wan ya li gel heyeta HDP’ê dîrokî ye û got; “Pêwîst e hêzên Kurd destê xwe bixin nava destê hev de. Bi xebatên medenî siyasetê bikin. Hevdîtin û civînên bi HDP’ê re bersivekê dîrokî bû, ji kesên xêrnexwaz re. Xalên me yên hev beş ên li gel HDP’ê gelek in. Me bi germî pêşwaziya şanda wan kir. Dîtinên baş ligel wan hene.”

 

‘Da ku em doza gelê xwe bi ser bixin’

Mîranî destnîşan kir ku divê Kurd û partiyên Kurdan li hev xwedî derkevin û destê hev bigirin û wiha domand; “ Em hemû ji bo ku kêmasiyên xwe çareser bikin çi ji destê me bê em ê bikin. Danûstendin û diyaloga di navbera Kurdan de îradeya Kurdan xurttir dike. Divê li çar parçeyan Kurd piştevaniya Kurdan bikin. Hatina HDP’ê hewldanekî rêya raste ji bo bikarin planên dijmin vale derbixîn. Pêwîst e em piştgiriya hev bikin da ku em doza gelê xwe bi ser bixin û bigihîn mafên xwe.”

 

‘Pêwîst e diyalog zêdetir be‘

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahedîn Demîrttaş jî diyar kir ku pêwîst e diyaloga di navbera Kurdan de zêdetir bibe û got: “PDK’ê amadebûna xwe ya ji bo piştgiriya her karekê nîşan da. Ev yek jî girîng e. Pêwîst e em xelkê piştrast bikin ku her çend ku îdeolojî yên cuda hebîn jî lê divê nêzîkbûna me bi hêzkirina demokrasî û biratiyê be. Pêwîste di nava partiyên Kurdistanî de lihevkirina netewî pêk were.”

 

‘Divê em bi hev re xizmeta gel bikin’

 Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku armanca wan ji serdanê ew e ku bikaribin di mijara navbeynkarîkirina aliyên Kurdî de rolekê bileyîzin û wiha peyivî: “Ev nakokî, ne nakokiyên wisan in ku nekarin bêne çareserkirin. Her çend di warê fikrî de cûdahiyên me hebin jî, di gelek mijaran de nêrînên me hevbeş in. Divê em bihev re xizmeta gel bikin.”


Serdana Yekgirtûya Îslamî kir

Heyeta HDP’ê piştî serdana Navenda Giştî ya PDK’ê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rûnişt. 

Heyet piştî hevdîtinên bi Nêçîrvan Barzanî re çûn serdana Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê û şande ji aliyê Serokê Giştî yê Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê Salahedîn Bahedîn û çend endamên polîstburoya Yekgirtû ve hat pêşwazî kirin.