
Di encamnameya konferansa Kurd a li paytexta Rûsya Moskowayê hate lidarxistin de banga naskirina statuya Federasyona Bakurê Sûriyeyê û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan hate kirin. Her wiha banga sazkirina yekîtiya neteweyî jî li rêxistinên Kurd hate kirin.
Encamnameya Konferansa navnetewî "Şerê parvekirina nû li Rojhilata Navîn: Rewşa îroyîn û encamên gengaz" ji raya giştî re hate aşkere kirin.
Di Konferansa ku 59 kesayetên xwedî nasnameya sîyasî, civakî û zanîyarî amade bûn de ev tesbît hatin kirin:
* Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd çareserkirina qeyrana Rojhilata Navîn ne gengaz e.
* Divê hewldanên hêzên ku çareserîya adilane, ya xwe dispêre rastîya civaka Rojhilata Navîn, pêşdixin, werin piştgirîkirin.
* Divê gelê Kurd lez bide pêvajoya amadekirina Kongreya Netewî ya Kurd, derfeta dîrokî ku îro derketîye holê, bêyî ku dem were windakirin, divê were bikaranîn.
* Di pêvajoya hebûna qeyranê de bihêzbûna rêxistinî û çekdarî ya Kurdan wê rê li ber bidestxistina alîgir û piştgirên nû veke.
* Hewldanên hin hêzan ku naxwazin Kurd bibin xwedî statû û hewl didin bêtivaqî bixin navbera Kurdan, bi kar û xebatên çalak werin valaderxistin.
* Nêzîkatîya Rûsya û welatên din ya li hember Kurdan girêdayî bihêzbûn û rêxistinbûna gelê Kurd be.
* Divê tevahîya gelê Kurd mijara rizgarkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmralîyê bike rojeva hêzên navnetewî.
Berxwedana gerîla, pêşmerge û şervanên Kurd ku bi cesareteke mezin xwedî li axa Kurdistanê derdikevin û peywira parastina tevahîya gelên herêmê dikin, mijarên eşkere û bi rûmet in. Federkarîya hevpar a ku di parastina Kobanê û Şengalê de hatibû raber kirin ji aliyê raya Rûsyayê ve hat dîtin û bi rêzdarîyeke mezin hat pêşwazîkirin.
Biryarên Konferansê
Di dawîya Konferansa Navnetewî de beşdêr gihîştin van encaman:
* Divê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmralîyê were rizgarkirin û ji bo pêkanîna wê yekê bang li hêzên navnetewî, Rûsya jî di nav de, were kirin;
* Divê statûya Federasyona Bakurê Sûrîye were naskirin û bikeve bin ewlehîya zagonî;
* Divê kiryarên hukumeta AKP ya li dijî gelê Kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, herwiha girtina parlementer û derdorên aştîxwaz were rawestandin;
* Bang li Federasyona Rûsyayê ku bandora xwe ya ser Tirkiyê bike û berê rêya felaketê ku hukumeta AKP ketîye nav de, bide guhertin;
* Bang li Federasyona Rûsyayê were kirin: da ku ew bandora xwe ya li qada navnetewî bi kar bîne, da ku ji qeyrana Rojhilata Navîn re çareserîyeke ji kok, a xwe dispêre pîvanên dadmendîya rast, were bidestxistin;
* Bang li Rûsyayê were kirin ku di pêwendîyên navnetewî de ew piştgirî bide naskirina statûya Federasyona Bakurê Sûrîyê;
* Kongreya Netewî ya Kurd were lidarxistin û di encama wê de nûnertîyeke yekpare ya gelê Kurd û Kurdistanê were avakirin, daku ew nûnertî di pêwendîyên navnetewî de bikaribe berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêze û her cûre berpirsyartîyan hilgire ser xwe.
* Rêgezên ku li Başûr an Rojavayê Kurdistanê hatine naskirin, ji aliyê her hêzî ve werin pêkanîn, dezgehên fermî ku hatine rawestandin, bêyî ku zîyan bigihînin gel werin xebitandin,
* Di rêxistinkirina kar û xebatan de hemû tevger û partîyên Kurd berjewendîyên gelê Kurd ê herçar parçeyên Kurdistanê bi ser her tiştî re werin girtin.
* Wek xaleke taybet beşdêr dîyar dikin ku di qeyrana li Rojhilata Navîn de rola Tirkiyê mezin e, lewra beşdêrên Konferansê sîyaseta wê ya tecrîtkar ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û bang dikin ku Serokê gelê Kurd û girtîyên din ên sîyasî werin rizgarkirin, bêyî vê yekê bidestxistina çareserîyê li Tirkiyê ne pêkan e, bê çareserîya li Tirkiyê jî gîhandina aramîya Rojhilata Navîn ne pêkan e.
MOSKOV