Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku KNK, di xebat û têkoşîna avakirin û parastina xweseriya demokratîk de, xelkê Rojavaya Kurdistanê pîroz dike. Di daxuyaniyê de têkildarî êrîşên rejîma Sûriyeyê yên demên dawî jî wiha hate gotin: “Di van êrîşên Hesekê de jî tê dîtin ku di navbera rejîma Şam, Tehran û Enqereyê de mutabeqat û koordîneya qedîm a antî Kurdistan berdewam e. Berjewendiyên van rejîmên dagirker di têkdana destkeftiyên xelkê me yê li Rojavaya Kurdistanê yek e û bi hev re hereket dikin.”
KNK’ê da xuyakirin ku di serî de rejîma Şamê û hemû dewletên dagirker ên li Kurdistanê ji pêngavên gelê Kurd bêzar bûne û wiha hate berdewam kirin: “Piştî îlana kantonan di serî de dewleta Tirkiyeyê û helbet Îran û Şamê jî dest bi têkdana van kantonan kirin. Ji milekî ve yekser, ji milekî ve jî bi destê hêzên kirêgirtî êrîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê bi rengekî hov zêde kirin. Tirkiyeyê û bi rengekî jî Îran û rejîma Şamê DAIŞ berdane bedena Kurdistanê.”
KNK’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd kir û got, “Di xebat û têkoşîna avakirin û parastina xweseriya demokratîk de, xelkê me yê Rojavaya Kurdistanê pîroz dike û di salvegera damezrandina Kantona Cizîrê de, vê bangê li hemû Kurdistaniyan dike ku parastina xweseriya demokratîk a xelkê me yê Rojavaya Kurdistanê erka xwe ya neteweyî û niştimanî bibînin û her bi çi rengî be di vî çeperê parastinê da cih bigirin.”
BRUKSEL