Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di serî de dewleta Tirk hemû rêxistinbûyînên serdest ên paşverûtiya herêmê û desthilatdarên navneteweyî, ji ber vê karaktera Şoreşa Rojava, ji bo wê asteng û qels bike, bi destekkirina rêxistinbûyînên çete yên mîna DAIŞ’ê, êrîşî Rojava dikin. Şoreşa Rojava li çar parçeyên Kurdistanê ji bo gelê Kurd bûye hêvî. Di heman demê de bûye hêviya mirovahiyê. Pêwîste ev şoreşa ku nirxê hevpar ê mirovahiyê ye were parastin û xurtkirin. Bi qasî parastina şoreşa Rojava, gelekî girîng e azadiya afirînerê vê modelê Rêberê Gelê Birêz Abdullah Ocalan bê parastin.

Weke KCDK-E em ji niha ev Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku şoreşa jinê û mirovahiyê ye, pîroz dikin. Em bang li hemû navendên xwe yên li Ewropa, Japonya, Kanada û Awûstralyayê dikin, ku di navbera 16-24’ê Tîrmehê de Şoreşa Rojava bi meş û mîtîng û li salonan pîroz bikin. Ne tenê Kurd, divê em gelên li welatên em lê dijîn jî tevlî pîrozbahiyên Şoreşa Rojava bikin.

Bi şiyara ‘Xwedîderketina li Şoreşa Rojava xwedîdeketina li mirovahiyê ye’ em dakevin qadan û Şoreşa Rojava pîroz bikin.”  


 NAVENDA NÛÇEYAN