Serokê Komelaya Tendurîstî û Feqîriya li Elmanyayê Prof. Dr. Gerhard Trabert ku çendek berê bi heyeteke çûbû Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Elmanya Mainzê doh çavderiyên xwe bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin.

Gerhard Trabert da zanîn ku li kampên ku penaberên ji ber DAIŞ´ê reviyayî, dimînin pirsgirêkên wekî paqijî, tendurîstî û xwarinê hene û bang li dewleta Elmanya kir ku alikariyê bide penaberên xwe li Rojavayê Kurdistanê girtine. Her wiha Trabert diyar kir ku şervanên YPG û YPJ´ê ji bo azadî û demokrasiyê şer dikin û derbirî ku li Rojavayê jin li her derê jiyanê darîçav e û karîger e. 

Meike Nack jî ya ku ser navê Weqfa Jinên Azad a Rojava jî di civîna çapemeniyê de anî zimên ku divê saziyên sîvîl ên navneteweyî piştevaniya Rojavayê Kurdistanê bike. 


MAİNZ