Her wiha piştî civîna çepemeniyê daxuyaniyek ji aliyê Xizir Salih ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku sedema sereke ya fermana 73’an a li dijî Êzîdiyan bêrêxistinbûyîn e, ji ber vê yekê avakirina Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê pêdiviyeke sereke ye. di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurdistanê hate kirin ku piştgiriya vê meclîsê bikin û bang li hemû ciwanên Êzîdî hate kirin ku beşdarî nava refên YBŞ’ê û YPJ-Şengal bibin. Di dawiya daxuyaniyê de ji bo rizgarkirina jin û ciwanên Êzîdî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin, bang li hemû hêzên herêmî û navnetewî hate kirin ku bi awayekî lezgîn û çalak tevbigerin.
200 delege beşdar bû
Daxuyaniya ku di civîna çapemeniyê de hatiye xwendin wiha hate gotin:
“14’ê Çileyê di roja ku ji bo Êzîdiyan pîroz e, roja Çarşemê di quntarên Çiyayê Şengalê de me konferansa xwe pêk anî.
Bi beşdariya Êzîdiyên ku li kampa Newroz a Rojava, nûnerên Êzîdiyên li kampên Başurê Kurdistanê û gelê me yê Êzîdî yên ev 6 meh in li Çiyayê Şengalê li ber xwe dide, konferansa me bi 200 delegeyan pêk hat.
Nûnerên KCK’ê, YNK’ê partiya komînîst, tevgera demokratik a Êzîdiyan TEV-DA, Partiya Êzîdiyên Pêşverû, Tevgera Êzîdiyan beşdarî konferansa me bûn û peyamên xwe ragihandin.“
Fermana herî giran û trajîk
Di daxuyaniyê de êrîşên DAIŞ’ê yên mîna fermana 73. tên binavkirin jî hatin nirxandin û wiha hate gotin: „Konferansa me li ser sedemên fermana 73’an a ku ji fermana 72’an girantir û trajîdîktir e, berfireh rawestiya. Her wiha derket holê ku sedemên bingehîn ê rê li ber vê fermanê vekir, bêrêxistiniya Êzîdiyan e û di vê wateyê de bêparastina wan e. Armanca sereke ya vê konferansê îradeya civaka Êzîdî derxistina holê ye. Her wiha Fermana 73’an aşkere derxistiye holê ku rêxistinên civakî siyasî ava kirin û rêxistinkirina parastina civaka Êzîdî ya xwe bi xwe neçariyek e.
Di konferansa me de hate biryar girtin ku 3’ê Tebaxê 2014’an roja Fermana 73’an a bi ser Êzîdiyan de hatiye, roja 3’ê Tebaxê weke Roja Navnetewî ya Şengalê hate qebul kirin.“
Di daxuyaniyê hedefên meclîsa avaker ya pêr hate sazkirin jî wiha hatin destnîşan kirin: „Pêdivî bi rêxistinbûn û mekanîzmayên Êzîdiyên her çar parçeyên Kurdistanê û Êzîdiyên ku li derveyî welat dijîn jî heye. Ancax rastiyeke ku me xwe nikarîbû bigihandaya Êzîdiyên li kampên bakurê Kurdistanê û beşeke mezin ê Êzîdiyên Şengalê. Di vê wateyê de meclîsa me hedef dike ku xwe bighîne hemû beşên ku di meclîsê cih negirtiye û nûneriya xwe tune ye.“
‘Beşdarî YBŞ’ê bibin‘
Di daxuyaniyê de girîngiya azadkirina Şengalê û herêmê jî hate nîşandan û ev bang hate kirin: „Konferansa me di bingeh de diyar kiriye ku pêdiviya civaka me rêxistinbûn, pergal û rêxistina parastina xwe ye. Em bang dikin ku di serî de ciwanên me yên Êzîdî, hemû ciwanên Kurd û hemû kesên dixwazin ji bo rûmeta mirovahiyê têbikoşin divê beşdarî refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê bibin. Em bangî hemû hêz û partiyên Kurdistanî yên di berxwedana Şengalê de cih digrin û dixwazin cih bigrin, dikin da ku di bin fermandariyekê de yek bibin û li hember dijminên me encamên bibandor bigrin. Divê em di berxwedanê de hevbeş bibin.“
Banga piştgiriyê
Di daxuyaniyê de ji bo rizgarkirina dîlên Êzîdî yên di destê DAIŞ’ê de jî bang li hemû hêzên herêmî û navnetewî hate kirin û wiha hate gotin: “Em bangi sazî û dezgehên navnetewî dikin ji bo ku jin, keç, xort û zarokên di destê faşîzma DAIŞ’ê de dîl hatine girtin, aqubeta wan were diyar kirin û ji bo azadkirina dîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye komîsyonek were erkdar kirin.”
Dîwarê bêrêxistiniyê hilweşiya
Êzîdiyên ev 6 meh in di mercên zehmet de li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin, di 14'ê Çileyê de bi civînekê Meclîsa Êzîdiyên Şengalê ava kirin. Beşdarên civînê diyar kirin ku ev yek ji bo pêşeroja Êzîdiyan gaveke dîrokî ye û gotin, "Berdêla wê çi dibe bila bibe Êzîdî wê êdî xwe birêxistin bikin."
Zerdeşt Gunay (Rêveberê Federasyona Komeleyên Êzîdî yên li Elmanyayê-FKÊ): "Di warê rêxistinbûyîn, dîplomasî, maliye û parastinê de komîte hatin avakirin. Nuqteya girîng; rê û rêbazên rêxistinbûyîna siyasî û leşkerî ya Êzîdiyan e, rêveberiya wan bi xwe ye. Civîn li ser avakirina rêveberiya Êzîdiyan a xwe bi xwe ye. Civaka Êzîdî tepisandibûn, nedihiştin civaka Êzîdî xwe birêxistin bikin. Lê belê ev dîwar êdî hilweşiya. Berdêla wê çi dibe bila bibe ji bo em xwe li ser piyan bigirin em ê xwe birêxistin bikin."
Dayê Bihar: "Eger me xwe birêxistin kiribûna mirovên me wê neketibûna destê DAIŞ'ê, keç û jinên me wê neketibûna destê DAIŞ'ê. Me ev roj dît, em ji vê civînê gelekî kêfxweş in. Me jî Xweseriya Demokratîk xwest. Li ku dibe bila bibe, kî bixwaze bibe xwişk û birayên me, em ê wan qebûl bikin."
Şêx Xelef Şengo Hesen: "Bi alîkariya Tawizê Melek û Xwedê, bi pêkhatina tifaqa Êzîdîyan re em ê ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar bibin. Bi vê tifaqê re em ê neyên firotin, em ê nekevin destê xêrnexwazan.Îro ev parçe alîkariyê dide me, yên din ji bo me tiştekî nakin. PKK bi me re ye, em bi wan ve ew bi me ve girêdayî ne, em bi hev re dixebitin. Ti xêra yên din ji me re nîne."
BOTAN GULAN/ANHA/ŞENGAL