Berpirsyarê Weşana Giştî ya Kovara Svart-Vitt (Reş-Spî) ya di nava kovarên herî navdar ên Swêdê de cih digire, Kurdo Baksî diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê di navbera bloka paşverû, neteweperest û nîjadperest a AKP, MHP Û CHP’ê û hêzên demokrasiyê ya HDP’ê de derbas dibe û got ku divê hemû Kurd û parêzvanên mafên mirovan dengên xwe bidin HDP’ê.

Baksî got: “Niha hikûmeteke ku You Tube û Twîtterê qedexe dike, piştgiriyê dide DAIŞ’ê li ser kar e. Lê ya xetertir ev e ku Erdogan bi derxistina 400 parlamenterî dixwaze welat wek sultanê Osmaniyan bi rê ve bibe. Ev ji bo gelên li Tirkiyeyê dijîn xetere ye.” Baksî bi lêv kir ku yekane partiya ku dawî li sultaniya Erdogan bîne HDP ye.

Baksî destnîşan kir ku HDP yekem car wek partî dikeve hilbijartin giştî yên parlamenteriyê û got ku wê HDP bi hêzên çep û kêmarên din re tifaqê bike û benda ji sedî 10 derbas bike.


Divê Tirk jî piştgiriyê bidin

Baksî da xuyakirin ku rojavayiyên ku berê piştgirî didan Erdogan û AKP’ê niha dixwazin AKP bê sekinandin û got: “Ger tê xwestin mafê Kurdan û gelên din bikin bin ewlehiya Destûra Bingehîn, divê pêşî li derxistina 400 parlamenterî ya Erdogan bê girtin. Ji ber vê ne tenê Kurd û parêzvanên mafê mirovan divê hemû Tirkên li aliyê demokrasî û azadiyan dengên xwe bidin HDP’ê.Baksî bi lêv kir ku AKP bi plan nêzî pêvajoya çareseriyê dibe û got: “Pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka terorê dibîne û nêz dibe. AKP û Erdogan li Rojava li dijî gelê Kurd polîtîkayên dijminahiyê dimeşîne. Hîna piştgiriyê didin DAIŞ û El Nusrayê. 


 STOCKHOLM