Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ekrem Hiso derbarê hilbijartinên perlamantoyê yên Tirkiyeyê ku wê di 1’ê mijdara 2015’an de pêk werin de axivî.

Ekrem Hiso destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo gelê Tirkiyeyê gelekî girîng e û got ku wê bi van hilbijartinan gelê Tirkiyeyê çarenûsa xwe diyar bike.

Her wiha Hiso diyar kir ku hilbijartin di rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê de jî ye û wiha dom kir: “Ji ber vê yekê pêwîste gelên li Tirkiyeyê jiyan dikin li ser riya demokrasî û aştiyê bimînin û piştgirtiya HDP’ê bikin. HDP partiya biratiya gelan û demokrasiyê ye. Her wiha partiya tekane ku wê pêşeroja Tirkiyeya nû ava bike ye.”

Ekrem Hiso da zanîn ku serkeftina HDP’ê serkeftina hemû gelên ku aştî û demokrasiyê dixwazin e û wiha pê de çû: “Serkeftina HDP’ê di heman demê de serkeftina şoreşa Rojava û gelê Kurd e. Lewre divê hemû hemû aliyên ku dixwazin li Tirkiyeyê aştî û wekhevî pêk were alîkariyê bikin.” 


ANHA /AMÛDÊ