Konseya Rêvebir a KNK’ê derbarê komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî welatiyên Suryan, Asûrî û Kildanî yên Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana li dijî DAIŞ’ê parastina hemû mirovahiyê ye û divê hemû aliyên azadîxwaz beşdarî vê berxwedanê bibin û alîkariya hêzên YPG’ê bikin.

Daxuyaniya Konseya Rêvebir a KNK’ê wiha ye: “Rewşa xelkê başûra Kantona Cizîrê  dijwar e û bi taybetî welatîyên Asûrî-Suryanî-Kildanî bi komkujîyeke mezin ya DAIŞê ve ve rû bi rû ne. YPG-YPJ û pêkve xelkê me çûne hawara xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî û beramberî DAIŞê şerê man û nemanê didin. KNK bangî Kurdistanîyan dike ku parastina xelkê Mesîhî gelek bi lez û aktîvî bi cih bînin û tehdîta li ser wan berteref bikin. KNK herweha bangî dinyaya humanîter û demokrat û herwisa Vatîkan û Merkezên Dînî li dinyayê dike ku her bi çi rengî be bêne hawara xelkê Asûrî-Suryanî-Kildanî û temamî xelkên li Rojavaya Kurdistanê. Terora DAIŞê ya sojer berdewam e û ev agire heke neyê temirandin dê navçeyê bike cehnem ku têra xwe jî bûye.”