Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo demokrasî, aştî û edaleta civakî ya li Tirkiyeyê destekê bidin HDP'ê" û li dîktatoriya yek kesî ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan nerazîbûn hat nîşandan. Hat ragihandin ku rêya pêşîgirtina li Erdogan çûyîna HDP'ê ya parlamentê ye û hat destnîşankirin ku pêvajoya rasteqîn a demokratîkbûyîn û aştiyê bi derbasbûna HDP'ê ji bendê pêkane.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êdî ne tenê demokrasiya parlamenter, mafên welatiyan -bi taybetî jî mafên jin û karkeran' tê xwestin ku ji holê werin rakirin. Ev rewş ji bo jinên li şêweyên cuda yên şîdetê rast tên, encameke bêhtir trajîk derdixîne holê" û bal hat kişandin ser desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê.
'Yekane rêya astengkirina AKP'ê'
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "HDP di çarçoveya bernameyeke hilbijartinê ya rizgarîparêz û demokratîk de, nûnerên ji komên civakî û baweriyên cuda, namzet nîşan daye. Elewî, Sûnî, Xiristiyan, Êzidî, Ereb, Asûrî-Suryanî, Kurd, Laz, Tirk, Çerkes, Roman û ji beşên cuda yên civakê jin û mêrên sosyalîst, jin, LGBTÎ û nûnerên tevgerên hawirdorparêziyê ji HDP'ê bûn namzet. Gelek partî û rêxistinên çep, sendîka û saziyên pîşeyî destekê didin HDP'ê. Cihgirtina HDP'ê li parlamentê, yekane rêya astengkirina sîstema serokatiyê ya AKP'ê ye, ku ji bilî dîktatoriyeke neolîberal-Îslamîst ne tiştekî din e. Ancax bi vî rengî derfetên destpêkirina pêvajoya aştiyê û demokratîkbûyînê ya rasteqîn derkevin holê."
Rewşênbîrên ku bang îmze kirine
Îmzevanên banga piştgiriya HDP’ê ji tevahiya navendên Almanyayê ne. Her wiha siyasetmedar, hunermend, civaknas, sendîkavan jî di nav de gelek kesayetên navdar cih digirin.
Bernd Rîexînger (Hevserokê DIE LINKE-Berlîn), Tobîas Pfluger (Alîkarê Serokê DIE LINKE), Prof. Dr. Ûrsûla Schûmm-Garlîng (Sosyolog), Ulku Schneîder-Gurkan, (Sendîkavan û Zanyara Siyasetê), Petra Szablewski-Çavûş, (Ziman-Ked-Koç), Dr. Peter Strûtynski (Berdevkê Rêveberiya Federal a Konseya Aştiyê ya Elmanyayê),
Prof. Dr. Werner Rûf (Zanyarê Siyasetê), Frank Skîschûs (Konseya Aştiyê ya Elmanya), Prof. Dr. Îsmaîl Çoban (Hunermend), Harald Petzold (Parlamenterê Federal ê DIE LINKE), Dr. Florîan Wîlde (Berpirsyara Polîtîkayên Sendîka ya Weqfa Rosa Luxemburg), Kemal Kiran (Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Karkeran li Elmanya Federal), Edgar Aûth (Rojnamevan-Nivîskar), Elke Dangeleît (Etnolog), Harald Weînberg (Parlamenterê Federal ê DIE LINKE), Andrej Hûnko, (Parlamenterê Federal ê DIE LINKE), Ûlla Jelpke (Parlamentera Federal a DIE LINKE), Sabîne Leîdîg (Parlamentera Federal a DIE LINKE), Îmran Ayata (Nivîskar),
Horst Schmîtthenner (Buroya Têkiliya Tevgerên Civakî ya IG Metall), Joachim Legatis (Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Rojnamevanên Elman), Prof. Dr. Emre Yekebas (Cerrah), Prof. Dr. Barbara Dîetrîch (Hiqûqnas), Dr. Ing. Mûstafa Demîr, Barbara Cardenás (Parlamentera Eyaleta Hessenê ya DIE LINKE)
Eylem Ozdemir-Rînke (Hunermend), Încî Hîlbert (Mamoste), Volker Mergner, (Sendîkavan û Mamoste), Kerem Schamberger (Berdevkê DKP-Munchen),
Dr. Nîkolaûs Braûns (Dîroknas û Rojnamevan) Yilmaz Kaba (Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Komeleyên Êzidiyan), Ozlem Alev Demîrel, (Berdevka Eyaleta NRW a DIE LINKE), Elisabeth Abendroth, Hasan Bûrgûcûoglû (Sendîkavan û Mamoste), Dr. rer. pol. Ergûn Sonmez, Ûte Jochemsen (Mamoste), Prof. Dr. Marîa Dîetzel-Papakyrîakoû (Sosyolog), Klaûs-Peter Dîetzel (Sosyolog), Dr. Denîz Saltikoglû, Mûrat Çakir (Nivîskar- Rêveberê Weqfa Rosa Luxemburg-Heseen)
ANF/BERLÎN