Komîteya Rêveber a PKK’ê der barê pêvajoyê û pêkanîna konferanseke neteweyî de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Kurd nebin yek û bi hev re tênekoşin nikarin destketiyên xwe biparêzin û got, “Bi rengekî lezgîn pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye ku hêzên siyasî, partî û civaka demokratîk a rêxistinbûyî li hev kom bibin.”

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber ya PKK’ê de bi awayekî berfireh analîza demê tê kirin û îşaret bi tehlûkeyan tê kirin û weha tê gotin:

Rewşa dawî ya siyasî ya salên dawî bi rengekî eşkere raxistiye pêş çavan ku Kurd nebin yek û têkoşîneke hevpar nemeşînin, bidestxistina destketiyên nû li aliyekî, yên heyî jî wê ji dest bidin. Destketiyên Kurdan bi ast û hêza têkoşîna li hemû parçeyan, her wiha bi yekîtiya neteweyî dikarin bên parastin. Lewma bi rengekî lezgîn pêwîstî pê heye ku hêzên siyasî, partî, civaka demokratîk a rêxistinbûyî, rewşenbîr, hunermendên Kurd hemû li hev kom bibin û Konferansa Neteweyî pêk bînin. Eger konferanseke bi vî rengî bê derengxistin û pirsgirêkên navbera hêzên siyasî ji holê neyên rakirin, rewşa parçebûyî wê bibe sedem ku gelê Kurd berdêlên gelekî giran bide û sererastkirina vê jî wê gelekî zehmet be.

“Pêkanîna komxebata neteweyî girîng e”

Gelekî girînge ku hema piştî êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Rojava 14 partî û tevgerên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li hev kom bûn. Di vê kombûnê de nûnerên partiyên siyasî hemûyan xwestin ku civîneke neteweyî pêk were, komxebateke neteweyî pêk were û bi vî rengî êrîşên li dijî Kurdan, metirsiyên heyî bên nirxandin û helwesteke hevpar bê nîşandan. Em vê kombûnê û daxuyaniyan gelekî girîng dibînin.

Em hêvî dikin ku banga 14 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hestên wan ên neteweyî wê bi rengekî erênî bersiva xwe bibînin. Bi vê daxwazê em soz didin ku em ê bi her rengî berpirsyariya xwe pêk bînin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN