Saz û rêxistinên Kurd êrîşa Parîsê ya li dij kovara mîzahê Charlîe Hebdo bi tundî şermezar kirin û banga têkoşîna hevpar li dij paşverûtiyê kirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, êrîşa li hemberî kovara mîzahê ya heftane Charlîe Hebdo bi tundî şermezar kir û li dijî çeteyên faşîst ên dijminê mirovahiyê banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, êrîşa hêzên çeteyên faşîst a li hemberî kovara mîzahê ya heftane Charlîe Hebdo bi tundî şermezar kir û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji çapemeniya Fransayê û tevahiya gelê Fransayê re sersaxî xwest.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniyê de ev yek destnîşan kir: “Hêzên çete yên faşîst ên bûne belayê serê gelê Kurd û tevahiya gelên Rojhilata Navîn, vê carê jî li navenda Ewropayê, li Parîsê komkujiyek kiriye. Armanca vê komkujiyê, bêdengkirina raya giştî ya Ewropayê ya hestiyar bû. Yên ku xwîna Kurdan, Kurdên Êzidî, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen û gelek bawermend û civakên cuda rijandine û yên komkujiya Charlî Hebdo kirine heman hêz in. Ev mejiyê çeteyê faşîst ê dijminê gel û çandan e, di nava zibilê hêzên hegemonîk ên navneteweyî de şîn bûye û bûye belayê serê mirovahiyê. Li dijî van hêzan, di serî de li Kobanê û Şengalê, li gelemperiya Rojhilata Navîn hêza bi biryardarî û wêrekî şer dike Tevgera Azadiyê û Kurd e.
Em bang li tevahiya gelên Ewropa û mirovahiyê dikin ku li gel Kurdan û gelên Rojhliata Navîn, li dijî hêzên çeteyên faşîst ên dijminê mirovahiyê, têkoşîna hevpar bilind bikin.”

‘Di vîcdanê mirovahiyê de mehkûm e‘

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê êrîşa ku pêr li Parîsê li hember Kovara Mîzahê ya Charlie Hebdo pêk hat daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê êrîş şermezar kir û diyar kir, ev demekî dirêj e ku hêzên kevneperest yên Îslam-cihadîst li tevayî dinyayê teroreke kor dane destpêkirin û wiha dewam kir. “Aladarên vê zîhnîyeta dijî mirovî di serî de cografyaya Îslamê têkdane û kevneperestî û tengbîniya xwe dixwazin li ser xelkên cografyaya Îslamê ferz bikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: „Kurdan amadekariya protestoya êrîşa 9’ê Çileya 2013’an dikirin ku dijî terorê dengekî xurt û gur li nîvê Parîsê bidin. Van kevneperestên Îslam-cihadîst du roja berî salvegera komkujiya Parîsê ya 2013’an, provokasyoneke mezin pêk anîn û kiryareke terorê kirin. Êrîşa li ser Kovara Charlie Hebdo her wiha terora li ser medyaya azad e û dijî azadiya bîr û hizirî ye jî. KNK şirîkê xema temamî xelkê Fransa ye û sersaxiyê dide xelkê Fransayê, Medyaya Fransayê û Kovara Charlie Hebdo.“

‘Bi xurtî beşdarî çalakiyan bibin‘

Hevserokatiya KCD-E, êrîşa li hemberî kovara mîzahê ya bi navê Charlie Hebdo şermezar kir. Hevserokatiya KCD-E bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku bi xurtî beşdarî çalakiyên şermezarkirina vê komkujiyê bibin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em Kurd, di 9’ê Çileyê de ji qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî, di komkujiyên li Şengal û Kobanê de, rûyê paşverûtî û faşîzmê dizanin” û hat destnîşankirin, ku ew êşa gelê Fransayê parve dikin. Di peyamê de ev bang hate kirin: “Li dijî van êrîşên terorîst ên paşverû, di serî de hêzên demokrasiyê her kesê ji xwe er dibêje ez mirov im û li pêşberî mafê jiyanê hurmetdar e, divê bi hêrs bibe û dengê xwe bilind bike. Em bang li gelê xwe yê van êşan baş dizane dikin, ku bi xurtî beşdarî çalakiyên şermezarkirina vê komkujiya li Parîsê bibe.”


’Êm êşa gelê Fransayê parve dikin’
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal komkujiya li hember buroya kovara mîzahê Charlie Hebdo ya li paytexta Fransa Parîsê şermezar kir.Kartal got, “Em êrîşa hovane ya li hember kovara bi navê Charlie Hebdo ya li Parîsê bi tundî şermezar dikin, di serî ya malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane em êşa gelê Fransa parve dikin.” Kartal diyar kir ku ji ber çi sedemê dibe bila bibe, ji ber ramanan ti çalakiyên şidetê û zextên li hember çapemeniyê nayên qebûlkirin. 

Ji Hevserokên HDP’ê peyama sersaxiyê

Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji ber êrîşa li Fransayê li dijî kovara Charlie Hebdo pêk hat û di encamê de 12 kes jiyana xwe ji dest dan, peyameke sersaxiyê ji bo Serokkomarê Fransa François Hollande re şandin. Hevserokên HDP’ê di berdewama peyam xwe de wiha gotin: “Em dixwazin hûn bizanin ku Partiya Gelan a Demokratîk êşa hemû gelên Fransayê parve dike û wê piştevaniya we bike. Em hêvî dikin ku ev kesên ku êrîş pêk anîne di demek nêz de bêne girtin û cezayê heq kirine bigirin. Em sersaxiyê ji gelê we re dixwazin û rêzdariya xwe pêşkêş dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN