Yekitiya Star diyar kir ku qanûnên ku ji bo cezakirina tundiya li ser jinan hatine amadekirin jî li gorî hişmendiya zilama hatiye amade kirin û wiha got: “Zilam tundiyê wekî mafê xwe yê rewa dibîne. Li malbatê jî zilam jinê wekî mulkê xwe dibîne. Ji ber vê yekê di warê pirsgirêka jinê de tu cudahî di navbera zilaman de tuneye.”

Di berdexama daxuyaniyê de li ser rewşa jinên li Sûriyeyê haterawestîn û wiha hat bi lêv kirin: “Sûriye û gelê wê nêzî 3 salan e rastî hemû şêwazên îşkenceya çandî, aborî, fikrî û bedenî tên. Piraniya bajarên Sûriyeyê ji mirovan hatine valakirin. Di vê rewşê de jin rastî îşkenceyê tên, bi darê zorê tên koçberkirin. Gelek jin ji bo ku zarokên xwe xwedî bikin bedena xwe difroşin. Li aliyê din jî jin ji aliyê leşkerên rêjîmê û komên çete rastî tecawizê tên. Gelek jinên ciwan jî ji dewletên ereban, ji bo xwe pêşkêşî fermandarên cîhadê bikin berê xwe didin Sûriyeyê û li vir rastî gelek nexweşiyên wekî AIDS tên.”
Yekitiya Star da zanîn ku li hemberî tundiyê, jinên Sûriye û bi taybetî jinên Kurd di bin banê Yekitiya Star de têdikoşin û wiha domand: “Heta niha gavên girîng ji bo şikandina hişmendiya desthilatdar hatine avêtin. Jin niha bi avakirina rêxistinên xweser di hemû aliyê jiyanê de cîh digirin û têdikoşinê. Bi vê têkoşînê jin li dijî çeteyan û çanda zilaman di bin navê YPJ’ê de parastina gelê xwe û ya jinan dikin.”
Koordînasyona Yekitiya Star berxwedana jinan pîrozkir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em bang li hemû jinan dikin li dijî hemû şêwazên tundiyê yekitiya xwe xurt bikin. Her wiha em ê bi şîara ‘Em ji bo bidawîkirina desthilatdariya zilam kar bikin’ bang li her kesên azadîxwaz dikin ku li dijî tundiya li ser jinan derkevin.”

ANHA/QAMIŞLO