Di daxuyaniyê de êrîşên bi 24’ê Tîrmehê destpêkirin û bi komkujiya li Zergelê dewam kir û hînê bi operasyonên qirkirina siyasî yên girtin û binçavkirinan didomin hatin bibîrxistin.
KCD-E di dewama daxuyaniya xwe de komkujiya li Zergelê şermezar kir û ragihand ku berpirsyarê sereke yê vî sûcî hikûmeta AKP’ê ye. Hevserokatiya KCD-E bang li hêzên demokratîk û aştîxwaz û dostên gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku vê siyaseta dewleta Tirkiyeyê baş binirxînin, li hemberî wê bibin xwedî helwest û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.KCD-E bang li Kurdistaniyên li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê dijîn jî kir ku xwedî li têkoşîna xwe ya azadiyê, xwedî li xwîna şehîdan derkevin û bi girseyî beşdarî çalakiyên roja 8’ê Tebaxê bibin.
KCD-E da zanîn ku di vê rojê de wê li Den Haag, Bruksel, Koln, Parîs û hemû navendên Ewropayê çalakî bên lidarxistin. n KOLNbasî lîga 2’yemîn bibin.“
AMED