KCDK-E´yê got, "Gel, siyasetmedar, akademîsyen, saziyên çapemenî û demokratîk ên Elman di dema dawî de nîqaşê li ser rakirina qedexeya li ser PKK'ê dikin û dixwazin destek ji têkoşîna Kurdan re bê dayîn. Lê belê hikûmeta Elman berevajî vê yekê, polîtîkayên xwe yên qedexekirin û ajankirinê didomîne."

KCDK-E´yê bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta Elman ên destekkirina AKP´ê û got, "Hem Kurd, hem, hem jî gel û raya giştî ya Elman nerazîbûnê nîşan didin. Elmanya hêzê dide hikûmeta AKP'ê ku bi rengekî bêperwa polîtîkayên xwe yên qirêj li Kurdistanê bimeşîne. Di heman demê de zerarê dide hiqûq û demokrasiya Elman."

KCDK-E da zanîn ku ev polîtîka bi kêrî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya li Rojhilata Navîn nayê û got, "Em bang li hikûmeta Elman dikin ku vê polîtîkaya xwe ya li dijî Kurdan biguherîne.”

KCDK-E´yê bang li hemû NCDK´yan û hêzên demokratîk şoreşger kir da ku tevlî meşa navendî ya 9'ê Tîrmehê ji aliyê Ciwanên Azad ve li Dusseldorfê tê organîzekirin, bibin. Di vê çalakiyê de wê daxwaza berdana siyasetmedarên Kurd ên girtî û guhertina polîtîkaya Kurd li Elmanyayê were kirin. Çalakî wê li navnîşana: DGB Haus/ Friedrich-Ebert-Stasse 40210 Düsseldorf'ê saet di 11.00 de destpê bike." 


 DUSSELDORF