
Mihrîcana Jinên Kurd a Zîlanê her sal bi awayekî kevneşopî li Îngilistanê tê lidarxistin û dê îsal jî bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, Ji Qirkirina gelê Kurd re na!’ 9’emîn Mîhîrcana Jinên Kurd a Zîlanê dê di 29’ê Hezîranê û 1’ê tîrmehê de bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” li Londonê ji aliyê Meclisa Jinan a Roj ve bê lidarxistin. Dê ji her çar aliyên Kurdistanê jin beşdarî mîhrîcanê bibin. Her wiha Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak û Nunera Herêma Kurdistanê ya Brîtanyayê Beyan Samî Ebdulrehman jî dê beşdarî mîhrîcanê bibin. Di rojên dawiyê yên mihrîcanê de hunermend Mehmet Akbaş, Zozan Zûdem û hunermendên surprîz derbikevin ser dikê.
Dirûşima îsal 'Ji Ocalan re azadî'ye
Jinên Kurd dê di mîhrîcanê de balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dê daxwaza azadiya Ocalan bê kirin. Her wiha, dê operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP’ê ve tên meşandin jî bêne şermezarkirin.
Endama Meclisa Roj Çîgdem Karaalîgolu der barê amadekariyên mîhrîcanê de aghahî dan û diyar kir ku jinên Kurd li her çar welatên mêtînger ên Kurdistanê bi awayekî du caran bi mêtîngerî û zextan re rû bi rû dimînin, armanca wan ew e ku li hemberî vê mêtîngeriya du alî têbikoşin. Karaalîoglu diyar kir ku ew ji bo mafên jinên Kurd têdikoşin, li hemberî zilma li ser wan pêwendiyên lobî û zextên demokratîk pêk bînin.
Karaalîoglu bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku dirûşima wan a îsal jî “Ji Ocalan re azadî, Ji Qirkirina gelê Kurd re na!” ye û bang li hemû jinên Kurd, demokrat ên li Brîtanyayê dijîn, her wiha hemû Kurd û dostên wan kir ku beşdarî mîhrîcanê bibin.
LONDON
Mihrîcana filman a navneteweyî
Li dilê Kurdistanê Amedê cara yekemîn mihrîcaneke navneteweyî ya filman tê ldiarxistin. Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn mîhrîcana film ya Amedê ya Navneteweyî di navbera 22 û 28'ê Cotmehê de li Amedê dê pêk bîne.
Amed dê bo cara yekemîn malovaniya mihrîcaneke filman a navneteweyî bike. Mihrîcan dê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn a ku beriya niha ji aliyê sînemavanên Kurd ve hatiye avakirin ve dê di navbera 22 û 28'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin. Amadekariyên mihrîcanê berdewam dikin û gelek sazî û rêxistinên sivîl piştgirî didin mihrîcanê.
Dê di mihrîcanê de kategoriyên neteweyî û navneteweyî hebin. Dê tevî filmên metraj dirêj, belgefilm û kurtefilm jî beşdar bibin. Di mîhrîcanê de di çarçoveya rêgezên sînemaya cîhanê de dê hemû berhemên sînemayê bên nîşandan. Lewma bi feraset û pêkhatina vê mîhrîcanê di heman demê de ew ê bibie mîhrîcaneke alternatîf. Di mihrîcanê de dê xelatên; Xelata Ekolojî (jîngeh), Xelata Azadiya Jinê, Xelata Dewlemendiya Çandî û Baştirîn Xelata Naveroka Civakî dê bêne dayîn.
ANF/AMED