KÛRTAY LEZGÎN SÊGIRK / ANF /BRADOST

Ji fermandarên HPG’ê Serdar Star, têkildarî komkujiya 31’ê Tîrmeha 1983’an a ku ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve li dijî Barzaniyan hatî kirin, got; “8 hezar mirovên Kurd ên ku endamê Barzaniyan in, hatin  kuştin. Bi Enfalê ve ev komkujî zêdetir bûn. Li Kurdistanê ji bo ku careke din komkujî pêk neyên, divê yekîtiya siyasî çêbe. Lê mixabin ev yekîtî hê jî di nava aliyên siyasî de pêk nehatiye.”

PDK xwe nêzî dijminan dike

Star di avanebûna yekîtiya neteweyî de bal kişand li ser rola PDK’ê û got, “Li şûna ku ji bo yekîtiya neteweyî bixebite, xwe hê bêhtir nêzî dewleta Tirk dike. Di wê dema komkujiyê de jî li şûna ku bi avakirina yekîtiya neteweyî re mijûl bibe, xwe nêzî rejîma Sedam Huseyn kiribû. Jixwe ev jî bûbû sedema komkujiya Barzaniyan.”

Star got, divê ji dîrokê ders bê girtin, nokerî her tim bûye sedema komkujiya Kurdan û got; “Pêwîst e PDK dest ji vê siyaseta xwe ya li gel dewleta Tirk berde û were ser xeta yekîtiya neteweyî.”

Komkujî li benda yekîtiya neteweyî dişikin

Fermandar Serdar Star di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew li her warî jî ji bo duristkirina yekîtiya neteweyî wê bixebitin û got; “Ji bo şadkirina ruhê şehîdan, pêşîgirtina li komkujiyan, tekane rê bipêşxistina yekîtiya neteweyî ye. Heta avakirina vê yekîtiyê jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”