Serokê Navenda Çanda û Hunerê ya Dicle û Firatê Ahmet Yilmaz, da zanîn ku heta hatin vê astê ked û bedelên pir mezin dan û wiha got: "Me berê nikaribî bi zimanê xwe kilam û starên xwe bigotana. Me nikarîbû şanoyên xwe bigotana. Me nikarîbû lîstikên xwe bilîstana. Piştî xebatek alternatif me kedek mezin da, em gihiştin vê astê. Em ji ber xebatên çand û hunera Kurdan dimeşinin û li çand û hunera xwe xwedî derdikevin em rastî zextên dewletê tên. Polîs gelek caran bi ser me de digire. Lê ev zext û zordarî nikarin me ji xebatên me dûr bixin. Li gel xebatên çand û hunerê me starên Aram Tigran yên berê di bin baneyê navenda çandê de dîsa zindî kirin û em dê di rojên pêş de Koroya Gel ava bikin. Em dê vê projeya Koroya Gel demek nêzîk têxin meriyetê. "
Yilmaz, bang li ciwanên Kurd kir û xwest li dijî polîtîkayên dewletê yên bişaftin û perçekirina çandê li sazî, zimaxn û çanda xwe xwedî derkevin û çanda xwe biparêzin. Yilmaz, da zanîn ku polîtikayên bişaftinê tenê li dijî çanda kuran e.
DÎHA/AMED