Wê salê baran nebarî... Erd hişk ma... Hişkahiya erdê di dilên kulîlkan de bû neçarî... Û temamê xwezayê, wekî xwedî dilekî bêevîn li şûna xwe nelivî, dem bi dem çilmisî. Erd û esman, dar û daristan, temamê çol û newalan bêguman, ji bo bêhndayîna hev wêrekî nekirin, newêriyan û her wisa bêtaqet man... Dengê wan qutbûyî, qirika wan hişkbûyî, bixwe pîrbûyî, kalbûyî û ji bedenê hêznemayî deng derneanîn. Tûkên wan li ser lêvên wan zuwa bûyî, hêsîr man ji ber nebaraniyê.
Baran nebarî wê salê... Tîrojên tavê wekî kevan, bêrawest û bêîman şewitandin hemû giha û ajal. Hemû şewitîn ji ber tavê... Axên gundî û çiyayî, giha, nebat û hemû çîçekên berpalî û zozanî, ji bo ku baran bibare bejn û balên xwe tewandin li ber ewrên hişk û çavtarî. Bi temamî xwezayê, di nav xwezayê de jî Çiyayê Alakberê, çavên xwe danîn ser rê, ango ber bi esmana bihişmend û bilind, dil ji ber hesreta baranê heliyayî, wisa zelûl û stûxwar man li benda baranê...
Û wê salê baran nebarî... Hişkahiyê cilên xwe yên qalind raxistin ser hemû erdnigariya malxiraba Şênkayayê. Di çong û lingên giha û darên narîn de bêtaqetî, hêzên şînî a şînahiyên ji dest çûyî, ji ber nebûna baranê wek bi şêwazekî diltengiyê ve tevgeriyan di nav kêmaniyê de. Her wisa di nav dorpêçandineke bêçaretiyê de mabûn wek însaneke nefelatî...
Wê salê baran nebarî û muzîkê deng veneda. Têla qirikên dengbêjan çilmisî, tu yekî jî neqêriya. Malmîratên kevir û zinarên Şênkayayê bêhiş û bêgiyan li şûna xwe neliviyan. Wekî ku Hevalê Vûral li ser van zozanan, li ser van kevir û koçikan negeriyaye, avek jî li van kaniyên zozanan venexwariye, xwe kerr û kor kirin, dengekî biçûk jî dernedan, çam û palûtên malşewitî, wekî ku bi ba û bêhna Hevalê Vûral nehisiyane, bêhn nekirine, wisa bi şeweyekî nebihîstî, nedîtî û nezanî tevgeriyan.
Wê salê baran nebarî. Nebaranî, ji bo hin zarokên bedew bû bêhndayîn a dawî. Gelek zarokên bedew, bêhna xwe ya dawî danîn li ser dîwarê rizgariya gelê Mezopotamyayî. Hin neteweyên têgihîştî, fêhm kir, hinekê wan hê jî fêhm nekiriye...
Lê bihar e... Bihar di bin misogeriya qanûna xwezayê de ye... Her biharê, dê bi her awayî barana jiyanê bibare. Dema baran barî jî, ew dem ne dema jiyana xwe aji destdayînê ye. Çi ku êdî bihar e û baran bi biharê re, hêvî bi dilî re ye.