Bi navê barana ewran (Bulut Yagmuru) pirtûkek derçû ku serpêhatiyên di Berxwedana Kobanê de vedibêje. Pirtûka Deniz Bilgin bi alîkariya rojnameya Newaya Jin ji Weşanên Mezopotamyayê derçû. Deniz Bilgin di pirtûkê de di 207 rûpelan de 150 çîrok bi cih kirine. Pirtûk weke du beş hatiye sêwirandin. Çîrokên ku serpêhatiyên bi rastî ne di beşa yekem de ew in ku behsa wê rêyê dikin ku ber bi Berxwedana Kobanê ve diçe. Di beşa duyem de jî behsa wan serpêhatiyan dike ku di berxwedana nava bajêr a 134 rojan de qewimîne. NAVENDA NÛÇEYAN