Barana meteoran a herî kevin dîsa tê
Barana meteoran a Lîrîdê, ya herî kevin a tê zanîn e. Di nava vê hefteyê de wê bigihîje asta xwe ya herî bilind.
Barana meteoran, gava ku parçeyên ji dûvê kometan di atmosfera me de dibin hilm û xuya dibin, pêk tê; yanî em behsa gaza atmosferîk a germbûyî dikin. Herçî barana meteoran a Lîrîd e, ew parçeyên kometa C/1861 G1 Thatcher in. Ev parçeyên diherikin, ji beriya bi 2600 salan ve ji dinyayê hatine dîtin. Ev komat li dora roja me digere. Di rewşa adetî de barana meteoran di navbera 16 û 25’ê Nîsanê de xuya dibe. Îsal kêliya ku wê herî zêde xuya bibe 21’ê Nîsanê be. Heger hingê sayî be, mirov belkî karibe di nava saetekê de 20 xêzikên beriqînde yên meteoran bibîne. Axir pispor dibêjin, beriya hûn meteoran bibînin, divê pêşî qederê nîv saetê çavên we xwe hînî tariyê bikin.
Niha dinyaya me salê carekê di nava dûvê dirêj ê kometa Thatcher re diçe, lê gera wê li dora rojê 415 salan dewam dike. Û di nava sîstema navîn a rojê bi xwe de wê heta bi 2276’an nikaribe bê dîtin. NAVENDA NÛÇEYAN