EHMED SEMÎR-RAPERÎN TEHLO / ANHA/QAMIŞLO

Baranên zêde li herêmê Cizîrê ya rojavayê Kurdistanê, zirarên mezin gihand rê û pir an.

Gelek riyên di navbera gundan û bajaran de xirab bûn.Riyên herî zêde ji ber lehiya zirar dîtine riya Petrolê ya navçeya Til Hemîsê ye. Ev rê rêyek stratejîk e. Navçeya Til Hemîsê bi navçeya Til Birakê ve girê dide. Her wiha navçeyê bi bajarê Dêrikê ve girê dide.Piraniya riyên sereke, deriyên têketin û derketina ji bajarê Qamişlo kort lê çêbûne.Şênî bi taybet ajokar ji ber kortên li ser riyan zehmetiyan dikşînin. Ji ber wê riyên muxalif bi kar tînin di encamê de tirafîk qerebelix dibe.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê wek çareseriyek lezgîn, 4 pirên ku li ber hilweşînê ye sererast kirin. Kortan bi kevirên şikandî tijî kirin. Li bajarê Qamişloyê jî gelek kort bi kevirê şikandî hatin tijîkirin, lê ji ber derbasbûna erebeyên mezin û giran ev çareserî dîsa rewşa riyan baş nekir û kevir veguherîn komên heriyê.

Bi lez riyan sererast bikin

Şêniyê bi navê Cemal Mihemed Hesen, diyar kir riyên bajêr nayên bikaranîn hemû veguherîne kortên heriyê. Hesen bang li şaredariyên gel ên Qamişlo kir ku bi lez riyan sererast bikin.

Ti riyek baş tune ye

Şêniyê bi navê Mihîdîn Taha jî got;”Hemû riyên Qamişlo tijî kort in û nayên bi kar anîn.Taha bang li Şaredariya Gel kir ku rêyan sererast bikin, bi taybet jî rêya taxa Enteriye ya giştî.

Wê komite ziyanan tespit bike

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif jî diyar kir ku komîteyê dest bi serjimatina giştî ya girêdayî rê û pirên ku zirar dîtine kiriye û got;”Wê komite ziyanan tespit bike û li gorî wê çareseriyên guncaw peyda bike.Komîteyê di despêka salê de prosesa sererastkirina rê û piran xist rojeva xwe.Komîte wê di demek nêz de yekser dest bi xebatan bike yanî piştî bidawîbûna serjimartinê.