Barcelonayê filmên Kurdî

Haberleri —

Festîvala Fîlman a Kurd a 4’an a Barcelonayê bi beşdariyeke xurt û bi coşeke mezin di navbera 13-15´ê Kanûnê de pêk hat.

Di festîvalê de filmên “Xwebûn”, “Ax û Welat”, “Rauf”, “Haus ohne dach”, Her mal dibistanek” û “14ê Tirmehê” hatin nîşandan.

Festîval ji aliyê Platforma Azadî ya Katalonyayê û Ivardia Produccions ve hate lidarxistin.

Endamên Festîvala Filman a Amedê jî beşdarî festîvalê bûn û biryar wergirtin ku karekî hevbeş bikin.

Di festîvalê de her wiha pirtûka înternasyonalîstên li Rojava a bi navê “Make Rojava Green Again” hate nîşandan. Her wiha panelek li ser jineolojiyê çêbû.

 

 ANF/BARCELONA

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.