
ARGEŞ KAYA/NAVENDA NÛÇEYAN
Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserî Kurdistanê çalakî û xebatên cihê tên lidarxistin. Ji rawestgeheke van çalakiyên cihê yek jê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ye ku ev 10 sal in 4’ê Nîsanê bi navê Mihrîcana Roja Dayîkbûna Rêber Apo tê pîrozkirin. Wek her sal îsal jî mihrîcan di 3’ê Nîsanê de bi lihevcivîna gelê wargehê ya li qada pîrozkirinê dest pê kir û heta doh bi pêşbirk û xebatên cihê domî.
Ji mamosteyên Atolyeya Şehîd Delîla Cengiz Karayê di heman demê de li dibistana amadeyî ya Şehîd Denîz Firat waneyên wênesaziyê dide, li ser kar û barê mihrîcana îsal axivî û diyar kir ku wan di roja yekemîn de pêşangehên wêne, alavên berhevkirî vekirine û pêşbaziyên sporê jî bi tevlîbûna şeniyên Mexmûrê û rêveberên kampê li dar xistine. Cengiz ragihand ku doh jî Mihrîcan bi pêşbaziyên Çand, Huner û werzîşê domiye.
Ev barê ser milan e
Mamoste Cengiz diyar kir ku Mihrîcan a 4’ê Nîsanê wekî çandeke berdewam ev deh salin tê lidarxistin û li ser armanca lidarxistina festîvalê got: “ Armanca festîvalê ji ber roja dayîkbûna Rêberê gelê Kurd e. Bi taybet rojbûna wî ji bo gelê me derketina ronahiya rojaneke nû ye. Lemwa ji bo me ev roj gelek girîng e. Heger wî ev berxwedan nedaba destpêkirin û bi pêş ve nebira emê ne di vê rewşa ku em dikarin bi zimanê xwe perwerde bibin de bûna. Gelê Kurd wê nehatiba naskirin. Lewma hebûna serokekî wiha ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Ji ber vê yekê jî em roja 4’ê Nîsanê weke festîvalekê li wargeha xwe pîroz dikin. Bi taybet jî ji ber ku rêber Apo jî di axiftinên xwe de behsa zarokên Mexmûrê kiriye û gotiye ‘Zarokên Mexmûrê zarokên gelê Kurd in lewma divê em baş li wan xwedî derkevin.’ Ji ber vê bi taybetî ji bo wargeha Mexmûrê xwedî derketina li Ocalan barê ser milan e.”
Du rojan bi naverokeke têr û tijî
Di festîvalê de gelek çalakiyên huner û werzîşê hem ji bo zarokan hem jî ji bo ciwanan hatin çêkirin. Li ser van xebatan mamoste Kara diyar kir ku wan pêşangeheke wêneyan vekiriyê û wiha pê de çû: “Ev pêşangeha me ya pêr, bi piranî berhemên xwendevanên dibistana seretayî ne ku di nav de wêne, maketên xaniyan, alavên ji bermahiyên tiştan hatî çêkirin hene. Berhemên xwendevanên dibistana navîn, amadeyî û her wiha berhemên xwendevanên atolyeya Şehîd Delîla ne. Di heman demê de xwendevanên li zaningehan, yên di dibistanên derveyî Mexmûrê dixwînin jî cihê xwe digirin. Ji bilî pêşangehê gelek çalakiyên cihê hene. Çalakiyên zanistî, pêşbirka wênesaziyê ya di nav bera dibistanên navîn û amadeyiyê de tê çêkirin, pêşbirkên helbestan, kompozîsyonan di nava dibistanan de tên lidarxistin. Me tevlîbûna kesên ji derveyî Mexmûrê jî serbest kiriye. Lê ji ber rewşa dawî li ser ewlebûna wergehê hinek metirsî hene. Wek tedbîr me jî xwest ji derdorê zêde tevlîbûn çênebe. Lewma ez dikarim bêjin festîvala îsal zêdetir bi tevlîbûna zarokên wargehê tê pîrozkirin û komîteya amadekar hewl dide ku bi vê yekê jî bêhtir berhemên zarokên kampê derkevin pêş.
Bi gelek şêweyan çêkirina berheman
Kara diyar kir ku şagirtên wan bi stîlên cihê berhemên xwe ji bo pêşangeha wêneyan amade kirine û got: “ Xwendevanên me piranî wêneyên ku çêkirine bi teknîka pênûsa reş, xemla bi pênûsên rengîn ên ji darî, boyaxên avî, li ser tabloyan bi boyaxên zeytî û hwd. berhemên xwe amade kirine. Ji bilî van jî maketên xaniyan, li ser çanda kevar a Kurdan berhemên cihê jî di nav van xebatan de hene. Bêguman li ser bûyerên di roja me ya îro de diqewimin jî hem wêne hem jî berhemên cuda cuda tên çêkirin û ev jî di pêşangehan de cihê xwe digirin. Yanî xwendekar bêhtir bala xwe didin tiştên bi Kurdan re eleqedar ku ji bûyerên li Bakurê welêt diqewimin ta yên Rojhilat, Rojava û Başûr; qehremanî, berxwedaniya şervanên Kurd jî ji bo xwendekaran dibin mijarên berheman.
Yên serkeftî tên xelatkirin
Li ser tevlîbûna pêşbirka wêneyan Kara diyar kir ku ji tevahî dibistanên wargehê xwendevan beşdar dibin û got: “Mînak ez dikarim bêjim ji çar dibistanên me yên seretayî her yekê 20 xwendekar bi hestê xwe yên rijandî ser pelan tevlî pêşbirkan dibin û dîsa ji dibistanên navîn jî kesên ku ji xwe bawer in serî li pêşbirkan didin. Ji vir jî biqasî 20-30 kes tevlî dibin. Piştî vê berhem tên ber destê me û em ji van 3’yan dihibijêrin û bi merasîmekê wan xelat dikin.
Di bêderfetiyê de huner!
Mamoste Kara diyar kir ku bi bêderfetiyê re rû bi rû dimînin û got: “Her çendî em dibêjin em di welatê xwe de ne jî statûya me penaberî ye. Piştî ketina DAIŞ’ê ya wargeha me Neteweyên Yekbûyî destê xwe ji wargeha me kişand êdî bi ti şewazî alîkariyê qet nadin me, gelê wargehê. Dîsa di hêla perwerdeyê de jî ez dikarim bêjim ji bo zarokên wargehê pêdiviyên xwendinê ev nêzîkî sê salan e em nikarin peyda bikin. Bi alîkariyên tên kirin jî derfeteke biçûk çêdibe ku em hemû xwendekaran bêmetaryel nehêlin. Jixwe wek ku tê zanîn li wargeha me malbatên xwendevanên me ji aliyê madî ve ne dewlemend in. Lewma ji bo çêkirina berhemên hunerî em bi bêderfetiyê re rû bi rû ne. Her çendî em bi îmkanên xwe yên şexsî hewl bidin van pirsgirêkan çareser bikin jî nabe. Lê ji ber vê yekê jî em xwe lawaz nakin û xebatên xwe dimeşînin.”