Ji Koma Alîgir a Barîkatê ya Amedsporê Bîlal Akkalu got, gotina "Bila zarok nemirin, bên maçê" seknekî mirovî ye û wiha dewam kir: "Em ê vê gotina xwe li her derê bibêjin. Bi van hincetan, tê xwestin Amedsporê xilas bikin. Dixwazin serkeftina Amedsporê reş bikin."

Akkalu li hemberî negintina alîgirên Amedsporê li tribunan jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku rayedarên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) pêkûtiyan li ser Amedsporê dikin û divê dev ji vê yekê berde. 


'Cezaya ku dixwazin bila bidin'

Ji Koma Alîgiran a Mor Barîkatê Jiyan Guney jî diyar kir bi hinceta ewlehiyê nekarîne biçin maça Înegolsporê û ev pêkanîn hem ji bo taximan hem jî ji bo alîgiran neheqî ye. Gunay got: "Ez weke dayikekê maçên Amedsporê dişopînim. Ez jî wekî dayikekê naxwazim zarok bimirin."

Gunay bi bîr xist ku her roj li Amed û Cizîrê dibînin zarok jiyana xwe ji dest didin ji ber vê yekê jî gelekî xemgîn dibin û wiha axivî: "Em wekî Koma Mor Barîkatê dibêjin, bila hemû dayik bi zarokên xwe re bên maçê. Em tenê dibêjin, bila zarok nemirin. Lê PFDK ceza dide. Bila ev neheqî bi dawî bibin. Sîstem jixwe bêedelatiyê li ser me ferz dike. Vê di sporê de jî dikin. Em dibêjin bila zarok nemirin û em ê bibêjin jî. Çi cezayî dixwazin bila bidin." 


 AMED