Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li gel nûnerên wê opozîsyonê re ku di dema dagirkirina Efrînê de piştgirî da dewleta Tirk a dagirker, rûnişt.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî daxuyaniyek da û ragihand ku ew li bajarokê Selaheddîn ê ser bi parêzgeha Hewlêrê, bi şandeya Desteya Bilind a Opozîsyona Sûriyê re rûniştiye. Şandeya ku bi Barzanî re rûnişt, ji Nesir Herîrî, Ebdulcebar Egêdî, Îbrahîm Biro, Hewas Egîd, Riyaz Hebûş û Qasib Xetîb pêk dihat.
Opozîsyona Sûriyê bi fermana Tirkiyê tev digere û li gorî plana Tirkiyê hewl dide “Pêşmergeyên Roj” li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistan û Rojava de bi cih bike. Armanca wan ew e ku nehêlin QSD li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimîne. Wekî tê zanîn, QSD tekane hêz e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê parastiye û diparêze.
Dagirker di şandeyê de ne
Kesên ku di şandeyê de cih digirin û Mesûd Barzanî pêşwaziya wan kir, dijminahiya wan a pirr mezin li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet Kurdan heye.
Ya balkêş jî ew e ku kesê bi navê Ebdulcebar Egêdî yek ji kesên beşdarî vê şandeyê ye. Wî beriya niha di kanalekê TV´yê de gotibû, “DAIŞ ne rêxistineke terorîst e û danûstandinên me bi berdewamî li gel wan hene.”
Egêdî yek ji wan kesan e jî ku gelek caran li dijî Kurdên Rojava daxuyanî dane û destê wî di komkujiya sala 2013’an a li Til Eran û Til Hasel ên ser bi Helebê heye.
NAVENDA NÛÇEYAN