PYD´ê derbarê daxuyaniyên Barzanî de daxuyanî da û got, Barzanî dagirkeriyê rewa dike. PYD´ê got, hevdîtina Barzanî ya li ser Kanala France 24 hatiye weşandin, dijberiya ji bo gelê Sûriyê û tevahiya pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê ye. Ev helwestên Barzanî hewldana rewakirina dagirkeriya Tirkiyê ji axa Rojava re ye. Her wiha dijberiyeke li dijî Projeya Çareseriya Demokratîk a Federaliya Demokratîk, ku tekane rêya çareseriyê ye ne tenê ji bo doza Kurd, ew çareseriyek e ji bo tevahiya Sûriyê ye.”
Di dewama daxuyaniyê de PYD’ê da zanîn ku kiryar û helwestên Serokê PDK’ê qebûl nake û got: “Ev partî her wiha destekê dide rêveberên Partî Demokratîk Kurdistanî-Sûriyê jî. Her wiha wan li dijî partiya me sor dike. Em ji Bazanî re dibêjin, li şûna ku dijberiya me bike, bila ji bo lidarxistina kongreya neteweyî gavan biavêje.”
NAVENDA NÛÇEYAN