Sekreterê Giştî yê Partiya Aştî Kurd li Sûriyê Talat Mihamed da zanîn ku  diviyabû Barzanî daxuyaniyeke wiha nedaba. Mihamed hin gotinên di hevdîtinên li gel Serokê herêmê bibîrxist û wiha got; “Wek serokek li herêmek Kurdî rêz û hurmet ji bo wî heye, lê diviyabû daxuyaniyek wiha nedana. Ez wek endamek giştî yê ENKS’ê du caran li gel Serokê Herêmê rûniştim. Wê demê digot ‘hûn xwedî biryarek serbixwe bin, hûn çewa bibînin ew baş e’. Heta di civînekî de got ger hûn dicih de bibînin ‘ hûn dikarin bi rejîma Sûriyê re jî di nava têkiliyan debin.’ Ez hêvî dikim ev partiyên Başûrê Kurdistan bila birayê me yê mezin bin, alîkariya me bikin. Lê ji mijarên nava Rojavayê Kurdistan em berpirsiyarin.”

Talat Mihemed destnîşankir ku ENKS bi siyaseta xwe nakok tevdigere wiha got “Niha gelek partiyên di nava ENKS’ê de dijitiya Rêveberiya Demî dikin yan jî bêdengin. Lê ENKS di civata xwe ya 12-14 Adara 2012’dan biryar da ku li Herêma Kurdan Rêveberiyek ava bikin. Di encam de dema PYD’ê proja Rêveberiya Demî pêşniyar kir û herdu Meclîsan qebûl kirin, cihê dilxweşiyê bû. Cihê pîrozbahî bû ku MGRK û ENKS li hev civiyan û projeya Rêveberiya Demî wek projeya herdu meclîsan qebûl kirin.”
Sekreterê  Giştî Partî Demokratî Kurdistana Sûriyê Evdilkerîm Remezan jî destnîşankir ku gelê Rojavayê Kurdistanê ji destpêkê ve beşek ji şoreşê ye û destnîşan kir ku û heta niha bi sedan şehîd daye. Remezan rexne li gotinên Serokê Herêma Başûrê Kurdistan kir û got; “Em weke Kurd ji destpêkê ve di nava şoreşê de ne û beşek ji şoreşa Sûriyê ne. Gotinên dibêjin li Rojavayê Kurdistanê şoreş tineye, ne dicihê xwe dene.”xwe digrin.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Kurd li Sûriyê Mihemedê Mûsê jî li ser helwesta Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî got, wan ji herkesê hêvî dikir lê ji Barzanî hêviya daxuyaniyekî wiha nedikir û wiha got; “Li gel dijberiya Koalîsyona Niştimanî Sûriyê û mejiyê şovenîst a Ereb, ya ku zorê dide me û me matmayî hişt daxuyaniyên Barzanî ye. Gotina Serokê Herêma Başûrê Kurdistan ya ‘li Rojavaya Kurdistan şoreş tineye’ yanî di heman demê de ev gotin tê wateya ev hêzên îro bi Rêveberiya Demî re radibin ne şirîkê şoreşê ne. Niha ev daxuyaniyên kek Mesûd me gelek êşand û me hêvî nedikir daxuyaniyekî wiha bê dayîn. Lê em dizanin dewletên wek Tirkiyê, opozîsyona Sûriyê, hêzên îslamî radîkal, hêzên di nava Koalîsyona Sûriyê de cihê xwe digrin li dijî Rêveberiya Demî derkevin. Ji ber ku ev hêzên mijara gotinê ne demokratin, ne azadîxwazin û bi rastî îrada gelan qebûl nakin.”
Mûsê destnîşan kir Desteya Avakirina Rêveberiya Demî temsîla hemû gelên Rojavayê Kurdistanê dikin û balkişand ser hêzên di nav desteyê de.  


AZÎZ KOYLUOGLÛ /ANF/QAMIŞLO