Di malpera fermî de cîh girt
Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî di malpera fermî ya Serokatiya Herêmê de daxuyaniyek da û ev biryar qebûl kir. Di daxuyaniyê de got “ Li vir wekî rêzgirtinekê li dengê zêdetirê fraksiyonên Parlemena Kurdistanê û ji bo îhrac nekirina wan, ez ê erk û emaneta ku ketiye ser milê min bicih bînim.”
Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî sedema rednekirina biryara dirêjkirina du salan ya Serokatiya wî jî wiha ragihand, “Her wiha ji bo berçavgirtina gûmanên pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê li ser egera kûrtirbûna aloziya siyasî û parastina aramiya li Kurdistanê û ji ber daxwaza kesayetiyên xebatkarên Kurdistana Iraqê û perçeyên din yên Kurdistanê, piştî şêwirîna digel gelek hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê min qanûna dirêjkirina dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê red nekir. Lê belê ev rednekirin jî nayê wê wateyê ku ez ligel awayê naveroka qanûna dirêjkirina wîlayeta Serokê Herêmê bim, ji bo wê yekê jî min îmza nekir.”
HEWLÊR