Doh şandeyek rayedarên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî çû Bexda û li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyan. Piştî civîna navbera her du aliyan de, daxuyaniyekî hevbeş a çapemeniyê ji aliyê Ebadî û Barzanî ve hat dayîn.
Piştî lihevkirinê mûçeyê karmendên Herêmê bişînin
Di daxuyaniya çapemeniyê de ku yekem Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axivî û got: “Me di civînê de li ser mijara pirsgirêka petrola herêma Kerkûkê, mûçeyê karmend, şerê dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina Mûsilê û her wiha li ser siberoja Herêmê û Iraqê li gel Mesûd Barzanî guftûgo kir. Ji bo çareseriya pirsgirêkan em hemfikir in. Em amade ne piştî lihevkirinê mûçeyê karmendên Herêmê bişînin.”
Desthilata parêzgeha zêdetir dikin
Ebadî diyar kir ku ew dixwazin desthilata parêzgehan zêdetir bikin û wê Herêma Kurdistanê ji vê yekê feyde bibîne û wiha pê de çû: ”Hêzên Iraqê wê tevlî pêngava operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin û hêzên koalîsyonê jî wê alîkariyê bidinê. Amadekariyên ji bo rizgarkirina Mûsilê gihane asta dawî.”
’Li ser gelek mijaran em hemfikir in’
Piştî axaftina Ebadî, li ser navê şandeya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha axivî: “Em piştgiriya Ebadî dikin. Li ser gelek mijaran em hemfikir in û mijara serekî jî şerê DAIŞ’ê ye. Me li ser çend mijarên giring axivî. Hevsengiyek baş dinavbera hêzên Iraq û pêşmergeyan de heye. Ji bo azadkirina Mûsilê me planek baş eşkere kir. Di demek nêzîk de wê xelkê Mûsilê azad bibe.”
Barzanî di dawiya axaftina xwe de wiha jî ragihand; “Li ser mijara çareseriya krîza darayî, petrol û gazê li gel Ebadî em nêzî hev bûn.”
Şandeya Herêma Kurdistanê li gel Serokkomarê Iraqê Fuad Mehmum û Serokê Encumeniya Bilind a Îslamî ya Iraqê Amar Hekîm kom bibe.
BEXDA