Kerry di rêya balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê re gihişte Herêma Kurdistanê û ji aliyê serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û berpirsê fermangeha têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin. Hevdîtina destpêkê ya Kerry li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî re pêk hat. Barzanî di dema qebûlkirina Kerry de got, "bi vê guherînê re, li Iraqê em bi realîteyeke nû û Iraqeke nû re rû bi rû ne. Em li çareseriyeke krîzê digerin." Kerry jî ji Barzanî re got, "Mîna ku her kes dizane, ji bo Iraqê pêvajoyeke gelekî krîtîk e û avakirina hikûmetekê pirsgirêka me ya bingehîn e." Kerry da xuyakirin ku hêzên ewlekariyê yên Kurd, ji bo destnîşankirina xetek li dijî çeteyên DAIŞ'ê, roleke kîlît dileyzin. Beriya vê hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî daxuyaniyek taybet dabû qenala CNN International û diyar kiribû ku êdî zehmet e Iraq yekgirtî bimîne û gotibû, "tecrûbeya me ya niha em tê de nîşan dide ku êdî bi vî rengî em nikarin dewam bikin. Iraq îro ji Iraqa beriya du hefteyan gelekî cuda ye."
ANF/HEWLÊR