Tilermenî got, li her warê jiyanê divê Kurdî, dengbêjî û dîroka Kurdî bên berfirehkirin: “Ev her sê hêmanên ku kaniya jiyanê ya gelekî ne, divê di nava pirsgirêkên rojane yên siyasî de wenda nebin. Berevajî vê, xurtkirina siyasetê bi wan dibe.”
Li bajarê Swîsreyê Baselê, Hefteya Çanda Kurd 4’ê Nîsanê dest pê kir û bi dîwana dengbêjan bi dawî bû. Ev Hefteya Çandê ya ku ji bo caran 8´an hat lidarxistin 4’ê Nîsanê li navenda bajêr bi meşekê dest pê kiribû. Di nava 4 rojan de gelek rojnamevan, akademîsyen, hunermend, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî beşdarî çalakiyan bûn. Gelek çalakiyên çandî û hunerî pêk hatin. Yek ji çalakiyên gelekî elaqe dîtî jî konserek bû bi beşdariya hunermenda Oksîtan (li Başûrê Fransayê) Eleonore Fourniau, Mikaîl Aslan û Xecê derketin ser dikê. Wezareta Çandê ya Kantona Baselê jî destek da van çalakiyan û hefteya çandê.
Navenda Çandê Med a Baselê û Meclîsa Gel a Baselê ev çalakî û hefte organîze kir û ji bo ku ev rêûresma diu salan carekê sala 2021´ê dîsa bê lidarxistin, ji niha amadekariyên pêşnûma projeyê ji bo Wezareta Çandê û rayedarên elaqedar tên kirin.
Çalakiyên fînalê yên hefteya çandê jî li salona sînema ya Kult Kino, nîşandana belgefilma “Bajarên hilweşiyayî” yê li ser berxwedana Rojava û li salona Union dîwana dengbêjan û panela li ser dengbêjî û çanda Kurdî bû bi beşdariya Cewad Merwanî, Zînê Botanî, Memê Botanî, Yilmaz Beyazgul, Gernas Koçer, Yaqop Tilermenî bûn. Piştî panelê û dîwana dengbêjan, govend hat gerandin û bi stranên Koma Lelo jî hefte bi dawî bû.
Li her bajarî lazim in
Em li ser hefteya çandê bi beşdarên dîwana dengbêjan re jî piştî dîwanê peyivin. Cewad Merwanî mixabina hêza tineker a çanda kapîtalîs û populer li ser çanda ji rêûresmê kir û got, “Israra di tesîrên çanda populer de heye. Divê em li dijî vê qet nebe ji bo ku çanda dengbêjiyê bijî, bi hev re têbikoşin. Ji ber wê jî gelekî girîng e ku çalakiyên bi vî rengî li her bajarî bên organîzekirin.”
Kurdî êdî zerûrî ye
Ji dengbêjan Zîne Botanî, Meme Botanî, Gernas Koçer û Yilmaz Beyazgul jî got, ji bo vegotina dîroka Kurdî divê mirov fêrî Kurdî bibin. Li gorî wan “hilgirên çandekê û dêroka wê çandê ne. Fêmkirina wan di heman demê de fêmkirina çand û dîroka Kurd e. Mirov bi Kurdî nizanibe, pirr zehmet e mirov wê fêm bike.”
Dengbêj û hunermendan malavahiya kesên ew vexwendî kir û got, “Ew bûn pirek di navbera me û civakê de.”
Nivîskar Yaqop Tilermenî di panela li ser hunerê dengbejan de îşaret bi girîngiya dengbêjan di çand û dîroka Kurdan de kir û li ser şêweyên îcrayê bi mînakan guhdar agahdar kirin. Li gorî Tilermenî, dengbêjî ji huner û wê de ye, lewma “Heger çanda Kurd îro gihîştiye sedsala 21´ê ev bi saya serê dengbêjan bûye.”
Yaqop Tilermenî wekî din jî got, ne tenê di rojên çandê de lê li her warê jiyanê divê Kurdî, dengbêjî û dîroka Kurdî bên berfirehkirin: “Ev her sê hêmanên ku kaniya jiyanê ya gelekî ne, divê di nava pirsgirêkên rojane yên siyasî de wenda nebin. Berevajî vê, xurtkirina siyasetê bi wan dibe.”
Rexne hene û heq in
Ji endamên rêveberiya Navenda Çandê ya Medê ku Hefteya Çanda Kurd a 8´an li Baselê organîze kir, Sîket Cûdî jî, îşaret bi rexneyên heq kir û got, “Ya sereke ew bû ku me di bernameyê de biqasî ku lazim bû cih neda mêvanên xwe yên ji vir û ji derveyî vir. Lêbelê yek ji armancên sereke ya Hefteya Çanda Kurd ew e ku dema ku em çanda Kurdî bi Swîsreyiyan didin nasîn, di heman demê de çanda wan jî bi Kurdan bidin nasîn. Meseleyeke din jî ew e ku em xwe nekarî têra xwe bigihînin mêvanên ne Kurd. Rexneyeke din jî ew e ku 4 roj ji bo çalakiyan kin û kêm in. Ji bo ku em bernameyê bikin 7 roj ji niha ve em dest bi amadekariyê projeya xwe dikin.”
BASEL