Di encama vê operasyona li dijî Başîka de li gorî daxuyaniya serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, navçe ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin. Operasyona Mûsilê di roja 8’an de ye û hat ragihandin ku hêzên Pêşmerge doh serê sibê ji du aliyan ve li nêzî Başîka li bakurê rojhilatê Mûsilê dest bi operasyonê kirine. Hêzên pêşmerge ber bi gundê Fazîliye û Omer Qapçî li herêma Başîka ve bi pêşde çûn. Pêşmergeyan pêşî rêya sereke ya di navbera Başîka û Mûsilê kontrol kir.
Piştre jî li eniyên Nawêran û Başîkayê 3 gundên bi navê Fazîliye, Omer Qamçî û Tirbize kontrol kirin. Di dawiyê de jî dor li tevahiya navçeyê hat girtin.
Di dema hevdîtina bi wezîrê bergîriyê yê Emerîkayê Ashton Carter re Mesûd Barzanî da zanîn ku pêşmerge Başîka rizgarkiriye. Bi vî awayî piştî ku operasyonê dest pê kir bi 7 saetan, navçe ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin.
Başîka 12 kîlometroyan dûrî Başîka ye, pirraniya nifûsa wê ji Êzîdî û Xiristiyanan pêk tê. Baregeha eskerên tirk jî 15 kîlometroyan dûrî devera operasyon lê bi rêve çûyî ye.
HEWLÊR