Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqayê 24´ê Gulanê destpê kir û îro bi bereyeke çaremîn dewam dike.

Operasyona ku bi çar baskên êrişê destpêkirî doh bi baskê êrişê yê li Rojhilatê Firatê ber bi Tebqayê ve, berfirehtir bû. Baskê çarem ji rojhilatê çemê Firatê û bakûr rojavayê Reqayê ber bi Tabqayê ve diçe û vî baskî doh saet 15:00´an dest bi pêşketina xwe kir. Ji fermandarên QSD’ê  û fermandara hêza operasyonê Rojda Felat li herêma Tişrînê li ser mijarê daxuyanî  da çapemeniyê.


Devereke 5 km fireh û 9 km dirêj hat rizgarkirin

Hêzên QSD’ê ku ber bi Reqayê ve pêşveçûna xwe didomînin, heta beriya baskê çarem tevlî operasyonê bibe, devereke 5 km fireh û 9 km dirêj ji çeteyan rizgar kirin. 

Di çarçoveya operasyonê de bi taybetî li başûr rojhilatê Eyn Îsa heta niha 10 gund û gelek gundik hatine rizgarkirin.

Bi tevlîbûna baskê çarem a nav operasyonê de reyadarên QSD´ê gotin ku hêzên wan ji Silukê heta çemê Firatê ber bi Reqayê ve bipêşketina xwe didomînin.

Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî kozikên çeteyan bombebaran dikin.

Li aliye din hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê ketine panîkê û ji bo parastina Reqayê ji Musilê hêz xwestine û ev yek jî di axaftinên wan ên cîhazên bêtêl de hatiye bihîstin.


Welatî ji bo felata xwe pena xwe digihînin Rojava

Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî di operasyonê de destek didin hêzên QSD’ê û baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dikin.

Li aliyê din jî piştî ku QSD’ê operesyona rizgarkirina bakûrê Reqayê da destpêkirin, pêla koçberiyê ya gelê Reqayê jî dewam dike. Heta niha zêdetirî 100  welatiyên Reqayî xwe gihandine, Kampa Mebrûka a bajarê Serêkaniyê û xwe ji zilma çeteyan xelas kirin.

Her wiha gelek koçberan jî xwe gihand Kampa Miştenûr a Kobanê. Penaberên ku li Kampan bicih bûne, dan zanîn ku ew dixwazin di zûtirîn dem de QSD’ê bajarên wan rizgar bike, da ku karibin, vegerin warê xwe.


Soza rizgariyê

Li aliyê din hêzên tevlî Operasyona Rizgarkirina bakurê Reqayê dibin bi xwe û hêza xwe piştrast in û soza rizgarkirinê didin welatiyan. Fermandarê Tugaya Tehrîr El-Şerq, Ebû Heyder Nihêmî ku tevlî hêzên xwe yên eskerî beşdarî operasyonê dibe, soz da gelê Reqayê ku heta rizgariya tevahiya herêmê ji zordariya çeteyên êrîşkar û pêkanîna azadiyê, ew ê bi hawara gelê xwe ve biçin û wan xelas bikin.” Tugaya Tehrîr El-Şerq jî yek ji 31 hêzên leşkerî ye ku cihê xwe di nava ‘Operasyona rizgarkirina bakûrê Reqayê’ de digre. 


 KOBANÊ